Aşkirakirina derbara alaya derew da
Kanûn 26, 2025 17:18 Asia/Tehran
Rabhorîya dezgehên istixbaratê yên sîyonîstan bûye sebeb ku piştî êrişa li Australîyayê ya ser cihûyan u bûyer u helwestên piştî wê, ihtimala rola Rejîma Sîyonîst di vê êrişê da bikeve rojevê.
Êrişa li Australîyayê ya ser cihûyan u bûyer u helwestên piştî wê nemaze yên Rejîma Sîyonîst, bûn sebeb ku careka din ihtimala rola dezgehên sîxorîyê derbara hinek ji êrişên bi vî rengî da xurt bibe. Eva riswatî ye u berî vîya 2 endamên Rêxistina Istixbarata Ingilîsê amajeyî wê kirine.