Mijdar 19, 2025 17:50 Asia/Tehran

Du ji sêyê jin u keçan di artêşa Ingilîsê da pêrgî destdirêjîyê bûne û serederîyeke êşandina zayendî dijî wan hatîye kirin.

Encama rapirsîya bi beşdarîya 94 hezar kesî di nav artêşa Ingilîsê da aşkira kir ku sedî 67ê leşkerên jin ên di artêşa vî welatî da, di yeksala vê dawîyê da ji hêla hevkar u fermandeyên xwe va ketine ber tade û destdirêjîyê. Cîslî`ya nozdesalî yek ji jinên di artêşa paşatîya Ingilîsê da bû ku derket holê çend caran ji hêla fermandeyê xwe va rastî destdirêjîyê hatîye û ji bo rizgarbûna ji vê rewşê xwe li hewşa binkeya leşkerî ya Lark- Hîlê kuşt. Qeyrana exlaqî di artêşa Ingilîsê da û zexta raya giştî bûn sebeb ku meclisa vî welatî bertekê nîşan bide û fermandeyên artêşa vî welatî bo civîna Komîteya Berevanîyê ya meclisê hatin vexwendin. Edmîral Benyamîn Cankî Fermandarê berê yê Hêza Deryayî ya Paşatîya Ingilîsê di civîna vê komîteyê da got: Me nivîsgeke taybet ji bo şopandina gilî û dozvekirina leşkerên jin di vî warî da damezirand. Wî herwiha got: Gelek doz raberî vê nivîsgehê hatine kirin û di encamê da me gellek efser wêda dan. Xala balkêş ev e ku Edmîral Benyamîn Cankî çend mehan piştî vê civînê û piştî aşkirabûna riswatîya exlaqî ku li gorî wê têkilîyeke narewa bi efsereke ciwan ra hebûye, hat wêdadayîn.

Li gorî raporan sedî 12ê personelên artêşa 140 hezar kesî ya Ingilîsê jin pêk tînin û sedî 5ê wan gotine ku bûne gorîyê hewesa efseran u fermandeyên xwe ku ev yeka bûye sebeba daketina asta meyla jinan ji bo endametî u personalbûna di artêşa vî welatî da. 

Serepeyv