Mijdar 05, 2025 19:10 Asia/Tehran

Hilbijartina Şaredarê New Yorkê wek mezintirîn u pirrnifûstirîn şarê Amerîkayê şeva buhurî bû sedema bûyereek dîrokî.

Zohran Memdanî yê 34 salî ciwantirîn Şaredarê New Yorkê di 100 salên buhurî da u yekem New Yorkîyê misilman e ku kilîda Şaredarîya dil abora Amerîakyê digire destê xwe. Rikeberîya Memdanî di hilbijartina ji bo bidestxistina vê postê di çend mehên buhurî da tijî nîqaş û haykûf bû, bi awayekî ku Donald Trump Serokomarê Amerîkayê çend saetan berî bidawîhjatina dengdanê li New Yorkê gef kiribû ku heke Memdanî ser bikeve, diqewime ku ew bûca federal a New Yorkê kêm bike. Yek ji hevkêşîyên sereke ser rêya Memdanî, yê rûbirûbûna tev Donald Trump Serokomarê Amerîkayê be. Trump berî vîya gef kiribû ku heke Memdanî di hilbijartina Şaredarê New Yorkê da ser bikeve, yê wî desteser bike u ji welêt derxe u xwe kontrola Şaredarîyê bigire destê xwe. Zohran Memdanî berî vîya ji ber rexnekirina tund a hibmer kiryarên leşkerî yên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê ketibû ber rexneyan. Memdanî ku bi salan berevanê mafên fiistînîyan bûye, Rejîma Sîyonîst bi qirrkirina gel li Xezzeyê tawanbar kirîye u gotîye ku heke Benyamîn Natanyaho Serowkezîrê Rejîma Sîyonîst seredana New Yorkê bike, dê hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya têkildarî wî were bicihanîn. Serketina Zohran Memdanî di hilbijartina Şaredarîya New Yorkê da herwiha serketinek ji bo Demokiratan piştî têkçûna di hilbijartina serokomartîyê ya sala buhurî u ya Kongirê da tê hesêb. Zohran Memdanî li Ogandayê di malbateke esilhindî ya misilman; bavê wî mamosteyê zannîgehê ku navê wî Mehmûd Memdanî û dîya wî jî fîlmsaz bi navê Mîra Nayir ji dê bû û di 7 salîyê da tev malbata xwe koç kirine New Yorkê. 

Serepeyv