Cotmeh 15, 2025 19:30 Asia/Tehran

Iraq piştî terorkirina berbijarekî pilebilind ê hilbijartinê, bo yekem car di deh salên borî de ketiye qonaxeke nû û xeternak a hevrikiyên ji bo hilbijartinê.

Hilbijartinên Iraqê bereberê lidarxistinê ketiye qonaxeke nû û bêhempa. Ev alûgur piştî terorkirina yek ji berbijarên hilbijartinê û endamekî Encumena Parêzgeha Bexdayê qewimî ku yekem teror di çarçoveya hevrikiyên hilbijartin  di zêdetirî 10 salên borî de tê hesabê.

 

 

Terorkirina  vî berbijarê hilbijartinên Iraqê bûyerek seyr û alûgurek hejîner di pêvajoya hilbijartinên Iraqê ya niha de tê hesabê. Hevrikiyên hilbijartinên bixîwn dîmenek bû ku Iraqiyan ji çend salan piştî  2013an vir ve nedîtibûn.

Someriye News pêşbînî kir ku ev bûyer bibe sedema tirs û xofa hilbijartinê. Muhtemel e gelek welatiyên Iraqî ji ber tirsê ku nekevin ber êrişê neçin navendên dengdanê. Ji aliyê din ve, piraniya berbijaran dê tedbîrên ewlehiyê yên tundtir bigirin. Renge jî pêvajoya berbijarbûn û ketina nav siyasetê jî sînordar bibe û êdî wekî berê giştî nebe ji ber ku gelek kes ji tirsa ketina ber êrişan tevlî  qada hilbijartinê nebin.

Serepeyv