Cotmeh 05, 2025 14:29 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên Parlemana Sûriyê bêyî beşdariya rasterast a gel

Hejmartina dengên yekem hilbijartina parlemana Sûriyê di halekî de dest pê kir ku li gorî gotina karzanan ev hilbijartin ji ber siyasetên Colanî di warê hilbijartinên di pratîkê de bêyî beşdariya rasterast a gelê vî welatî hat lidarxistin.

Medyayên girêdayî bi hikûmeta demkî ya Sûriyê îro piştî nîvro di halekî de derbarê destpêkirina hejmartina dengên dewra yekem a hilbijartinên parlemana vî welatî di dewra desthiladariya demkî ya Colanî de agahî dan ku beşek mezin ji gelê Sûriyê rêbaza hilbijartinê ya Colanî nedemokratîk dane zanîn û beşdarî hilbijartinan nebûne. Ev hilbijartin îro di halekî de hat lidarxistin ku her herêmek li gorî nifûsa xwe xwediyê hinek kursiyan e û endamên komîteyên herêmî dengê xwe didin da ku wan kursiyan tijî bikin. Nêzîkî 6 hezar dengder li 50 herêman dê ji bo 120 kursiyan biryarê bidin. Colanî gotibû ku lidarxistina hilbijartina rasterast niha ne mumkin e û helbet  70 kursî jî rasterast  ji hêla Colanî ve hatine destnîşankirin.Çavdêr biryara Colanî jibo pejirandina rêzikên demkî yên hilbijartinê wekî rewakirina fermî ya hikûmeta wî ya demkî dizanin çimku li gorî gotina pisporên siyasî,di halekî de ku welat hîn mijûlî nakokiyên siyasî civakî û aborî ye, di rewşeke wiha de ev hilbijartin ji hêla naverokê ve dê bêwate û dûr ji demokrasiyê bin. Hejmartina dengên gelê Sûriyê li Dera û Banyasê, ev jî di halekî de ku tenê çend siet ji dema lidarxistina hilbijartinê derbas bibûn nîşan dide ku gelê Sûriyê pêşwaziya van hilbijartinan nekiriye. Di van hilbijartinan de ji bilî hindê ku pêvajoya hilbijartinê li herêmên Kurdnişîn ên Sûriyê nehat lidarxistin, li parêzgehên Quneyterê û Siwêdayê jî beşdarî hilbijartinan nebûn. Li gorî goina karzanan hilbijartinên niha li Sûriyê ti encamek ji xeynî xurtkirina dîktatoriya Colanî tine û parlemana ku bi vî rengî  were avakirin, pirtir dişibe saziyeke formalîte heta meclîseke rastî ku gel temsîl bike. 

Serepeyv