Şewata li Losancilêsê hê jî gurr dibe
Di encama şewatên berbelav ên li herêma Losancilêsê, hin tax bi temamî şewitîne û bi dehan hezar kes aware bûne.
Şewata ku roja Sêşema buhurî destpê kir, heta niha beşeke mezin ji eyaleta Kalîforniyayê di nav de Losancilês girtiye ber xwe.
Piştî şeş rojan, hikûmetên herêmî û navendî yên Amerîkayê nekarîne vê şewata berfireh kontrol bikin. Metirsiya ku niha ji ber şert û mercên hewaya hişk û pêşbîniya bayên zêde, îhtimala berfirehbûna wê gelekî zêde bûye.
Rayedarên xwecihî yên Losancilêsê ragihandin ku hejmara qurbaniyan li navçeyên curbicur ên vî bajarî gihîştiye 16 kesan û 13 kes jî bêserûşûn bûne.
Bi hezaran avahî jî bi temamî wêran bûne. Polîsê Losancilêsê hîna jî fermanên valakirina herêmên nû radigihîne û heta niha 153 hezar kes neçar mane ku malên xwe biterikînin. Lê hinek ji xwedanmal û niştecihên wan deverên ku fermana valakirina wan hatiye dayîn, ji malên xwe derneketine û vê fermanê qebûl nakin.
Welatî, bi taybet li deverên ku şewat lê ketine, rexneyên giran li karên hikûmetê di kontrolkirina êgir de hene. Welatiyên ku her çend li yek ji eyaletên herî zengîn ên Amerîkayê dijîn, lê têra wan av û alavên ku agir pê vemirînin tunene.
Piştî vê şewata kujer, niştecih ji ber xerc û pêwîstîyên ji nû ve avakirina xaniyên xwe nîgeran in, lê niştecihên navçeyên ziyandîtî ditirsin ku bîme ji dayîna xercên ji nûavakirinê paşde vekişin û xerc û lêçûnên ji nûve avakirinê nedin.