Ziltankên Rejîma Sîyonîst dibin nêçîra têkoşerên berxwedêr
Medyayeke leşkerî li Amerîkayê di raporekê da bal kişandîye ser beşeke zîyana ku di şerê li Xezze û Libnanê da li artêşa rejîma Israyîlê ketîye û nivîsî ku di mehên buhurî da çend tankên artêşa Rejîma Sîyonîst ên ji cura Merkava-6 bi destê komên filistînî hatine teqandin û jinavbirin.
Kovara Milîtarî Waç ku kovareke pirofişinal di warê karên leşkerî da ye, nivîsî: Hema di babetekê da wêne ray didin ku komên filistînî êrişî tankeke ji cura Merkava-6 dikin û ewê ji nav dibin û di encamê da 3 kes ji 4 leşkerên tê da tên kuştin. Modela nû ya tanka Merkava 6ê bi sîtemên xweparastin û pûçkirina êrişên curbicur yên pêşketî hatîye teyarkirin û herwiha bi awayekî berfire ji hişê çêkirî li meydana cengê sûdê werdigire.
Kovara Milîtarî Waç`ê herwiha mukur tê ku komên filistînî li Zîvala Xezzeyê tevî ku çekên wan sivik in, karîn zîyanên giran li zêrêhpûşên Rejîma Sîyonîst bixin ji wan bi dehan tankên Merkava û bi sedan sêrêhpûşên curbicur ên artêşa Rejîma Sîyonîst hatine jinavbirin.
Ev kovara amerîkî di dewamê da amajeyî vîdyoyeke 2 filistînîyan dike ku di Tîrmehê da hat weşandin. Ew 2 filistînî ji milê çepê va nêzîkî tanekê dibin û maddeyên teqandinê datînin binê wê û jê dûr dikevin û çend kêlîyan piştre ew tanka diteqe.
Li gorî nûçeyeke din, medyayên sîyonîst basa kabûseke bêbin û bêhivîtîyeke berfire dikin ku nika jîyana niştecihên bajarokên bakura Filistîna Dagirbûyî girtîye ber xwe û hemî jîyana wan bûye dengê zingila xeterê, firrîna xwofirran û revîna ber bi sitargehan.
Rojnama Yedîot Aharonot`ê jî nivîsî: Niştecihên bajarokên bakur mebest jê bakura Fiilstîna Dagirbûyî di halekî da careka din hin basên derbara pêşketina muzakireyan û qesta Israyîlê ji bo serê xwe girtina sizişekê da dibihîzin ku jîyana xwe li ber zingilên xeterê dibînin.