Mijdar 11, 2024 20:15 Asia/Tehran

Civîna rayedarên Riyazê îro bi amadebûna rayedarên piraniya welatên erebî û îslamî jibo bidestxistina helêwsteke hevgirtî derbarê rawestandina şêr li Xezze û Lubnanê hat li darxistin.

Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistana Siûdî di destpêka civîna awarte ya serokên welatên erebî û îslamî li Riyazê got:Em ser pêwîstiya dewama xebata UNRWAyê tekez dikin û divê rêxistinên din ên navneteweyî jî piştgiriya xwe  ji Filistînê bidomînin.Di vê civînê de, Mihemed Bin Selman her wiha got: Em careke din ser dijberiya xwe ya tund li hemberî jinosayda ji aliyê Îsraîlê li zîvala Xezeyê tekez dikin.

Ehmed Ebul Qeyt, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban jî di vê  civînê de got: Bona vegotina ya ku xelkê Filistînê  tamul dikin, peyv û gotin têrê nakin û tişta ku dagirker dikin ,jinavbirina paşeroja jiyana hevbeş û aştiya li navçeyê ye.

Serokê  Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê Mehmûd Ebas jî di vê civînê  de tekez kir: Civaka navdewletî nekarî destdirêjiya Israîlê ser zîvala Xezeyê rawestîne û destdirêjiyên Îsraîlê bi piştgirîya Amerîkayê berdewam in. Mehmûd Ebas her wiha got: Em daxwaza rawestandina endametîya Îsraîlê di NY de dikin.

Ji aliyê din ve di vê civînê de Serokkomarê Tirkiyê daxwaza  boykotkirina çek û sîlehî ya Rêjîma Siyonîst kir û kabîneya Netanyahu ji aliyekê ve hewl dide nakokiya leşkerî bi Îranê re zêdetir bike û ji aliyê din êrişên xwe ser Lubnanê berdewam dike.

Serokkomarê Sûriyê jî di civîna awarte ya Erebî-Îslamî li Riyazê got: Niha ewlewiyet rawestandina komkujiyan û jînosaydê û paqijkirina nijadî ye. Serokkomarê Misrê, paşayê Urdinê û rêberên 50 welatên cîhanê ji beşdarên civîna herêmî ya Riyazê ne, civîna ku têde  ser avakirina welatekî serbixwe yê Filistînê di nav sînorên navneteweyî de, agirbesa lezgîn û şermezarkirina êrişên Îsraîlê ser Xezze û Lubnan û Îranê hat tekezkirin.

Serepeyv