Mijdar 02, 2024 17:42 Asia/Tehran

Rayedarên Hamasê û her wiha rayedarên Lubnanê tekez kirin ku hegera sereke ya dewama şerê li Xeze û Lubnanê û bêencambûna agibesê, fêlbazî û destwerdanên Amerîka û Rejîma Siyonîst e.

Li gorî gotina berpirsên Hemas û Lubnanê, pêwsîtiya her cure rêketineke muhtemel bi Rejîma Siyonîst re, derketina artêşa vê rejîmê ji Xeze û Lubnanê , herwiha agirbesa dayimî, rakirina dorpêça Xezeyê û vegera awareyan e. Samî Ebû Zohrî yek ji rêberên Hamasê got: Amerîkî li Xezeyê li dû  peymaneke rûvekî û formalîte digerin; Hamasê  tu  yek ji  peywendiyên ku  armanca wê raberkirina çareseriyê be  red nekir.Em nikarin dîlên dagîrkeran radest bikin, di halkeî de ku ku  ew kuştina gelê Filistînê berdewam dikin.Li gorî gotina Ebû Zohrî plana ku ji Hamasê re hat raberkirin ,daxwazên gelê Filistînê cih nayneDi eynî demê de Necîb Mîqatî serokwezîrlê hikûmeta pêşdebirina karûbarên Lubnanê jî di hevdîtina digel Aroldo Lazarofermandê hêzên aştîparêz ên NY li başûrê Lubnanê (UNIFIL) got: Berfirehkirina destdirêjiyên dijminê Îsraîlî bo navçeyên curbicur yên Lubnanê, carek din dijberiya dijminê siyonîst li hember hemû hewldanên cih hatî  ji bo pêkanîna agirbesê di çarçoveya amadetiya jibo  cihanîna tam û tekûz a biryarnama 1701êye.

 Usame Hemdan  endamê polîtboroya tevgera Hamasê jî  derbarê wê yekê got: Behsa agirbeseke qismî  ne qamûl e , ji ber ku ya ku em dixwazin eva ye ku êrişên ser gelê Filistînê tam bên rawestandin.

 Berxwedanê  di vê rêyê de  gelek berdêl da û  hikûmeta Amerîkayê divê bizane ku em ê nebin goriyê xapandinên wê.

Hikûmeta  Amerîkayê dixwest ku mijara muzakireyan ser xêra  hilbijartinên vî welatî bi kar bîne û rêya bereyên berxwedanê ji hev cuda bike, Lê ew bi ser neket, karê  ku hukûmeta Amerîkayê dike beşdariya tam dicinayetê de ye  û heke bixwesta  maşîna  komkujiyê rawestîne, dabînkirina çek û sîlehan jibo dagirkeran radiwestand. Li ser vê esasê  rayedarên komên n berxwedanê yên Filistîn û Lubnanê bi agehdarbûna ji armanc û destwerdanên Amerîka û Rêjîma Siyonîst, li ser prensîpên  vekişandina hêzên dagirker ji Xezze û Lubnanê û vegera penab xwe yên neguher yanê derketina hêzên dagirkir ji Xeze û Lubnanê û vegeryana  awareyan bo cih û warên xwe tekez kirin.

 

 

 

Serepeyv