Cotmeh 10, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Rawêjkariyên navçeyî yên Eraqçî ji bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî sefera Lubnan û Sûriyê, di dewra dudiyan a sefera xwe bo Erebistan û Qeterê û li hevdîtina digel rayedarên van welatan, tekezî ser piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedanê û pêwîstiya bikaranîna hemû zirûf û îmkanên navçê ji bo rawestandina şerê li dijî gelê Filistîn û Lubnanê kir.

Seyd Ebas Eraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê li dewama sefera xwe ya navçeyî, roja çarşemiyê sefera  Erebistanê kir û bi rayedarên pilebilind ên vî welatî ji wanMihemed Bin Selman, welîehd û Feysel Bin Ferhan wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir û Îro pêncşemê  jî bi serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî re hevdîtin û gotûbêj kir. Eraqçî li hevdîtina bi rayedarên Erebistana Siûdî û Qeterê re ,  tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê li Xeze  û Rexê rojavaya çemê Urdinê û Lubnanê ragehand ku hemû welatên navçeyê  berpirsyar in ku  ji rêya hewildana jibo rawestandina jînosayda li Xezeyê û rawestandina destdirêjiya Rejîam dagirker bi hemû hêza xwe ji bo parastina navçê ji karesata sepandî bi kar bînin.  Eraqçî û Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî serokwezîr û wezîrê karên derve yên Qeterê her wiha li bara berfirehkirina peywendiyên Têhran û Dohayê û mijarên  hevpar ên  navçeyî û navneteweyî bi taybet alûgurên Libnan û Filistînê û pêwîstiya rawestandina şerxwazî ​​û cinayetên Rejîma Siyonîstî gotûbêj kirin. Eraqçî  bi hilkolandina hewlên du welatan ji bo rawestandina şerê li Xeze û Lubnanê û  destxweiya ji  rola avaker a Qeterê di vê warê de,  şerxwzaiya Rejîma Siyonîst sedema sereke ya bêewlehî û bêîstiqrariya navçê da zanîn.

Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê  her wiha şeva derbasbûyî di gotûbêja  ligel kanala televîzyonî ya El-Cezîre, tekezî li ser piştgiriya Îranê ji bereya  berxwedana Lubnan û Filistînê kir û destnîşan kir: Her çend Îran li dû li şer û aloziyê  nîne,  lê ji her senaryoyekê re amade ye.Wî bal kişand  ser wê yekê ku Rejîma Îsraîlê li  dû şerekî berfireh  û kişandina hin welatan ber bi vî şerî ve ye  û got:Berxwedan dikare bersiva Rejîma Siyonîst bide û Netanyahu di şerê Xezeyê de armanca xwe yanê jinavbirina Hemasê  bi dest nexist  û dê li Lubnanê jî  dê rastî heman rewşê were.

 

Serepeyv