Endamtiya fermî ya Îranê nav BRICS-ê de; Peyam û dûhatên wê
Komara Îslamî ya Îranê piştî Şanghayê bi fermî bû endamê BRICS-ê.
Di civîna vê dawiyê ya BRICSê de li Afrîqaya Başûr, endamtiya Îranê di vê hevpeymaniya aborî de hat pejirandin.
BRICS di sala 2001an de hat avakirin. Çar hêzxurtên aborî yên teze derketî yên cîhanê, Brazîl, Rûsiye, Çîn û Hindistanê plana avakirina koma BRICS xistin rojevê. Di dawiyê de, Koma BRIC di 16ê hezîrana 2009-an de bi fermî hat damezrandin û bi zêdekirina Afrîqaya Başûr di 21-ê îlona 2010-an de, navê wê ji BRICê veguherî û bû BRICS.
15-emîn Civîna rayedarên BRICSê ji sêşema derbasbûyî ve heta pêncşemê li Johansburga Afrîqaya Başûr hat lidarxistin.
Seyîd Îbrahîm Rayîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, siba pêncşemiyê li serdeweta fermî ya serokomarê Afrîqaya Başûr ji bo beşdariya di civîna rayedarên BRICS giheşt vî welatî.
Serokkomarê Afrîqaya Başûr di civîneke çapemeniyê ya hevpar bi rayedarên Rûsiye, Çîn, Brazîl û Hindistanê re ragihand ku koma BRICSê endametiya Îran, Arjantîn, Erebistan, Misir, Îmarat û Etiyopiyê nav vê komê pejirandiye.
Endametiya Îranê nav koma BRICSê de dikarin sêyem destkefta herî girîng a dewleta Reyîsî di warê siyaseta derve de bi nav bikin.
Endametiya Îranê nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê û vejiyandina peywendiyan bi Erebistana Siûdî re du destkeftên din ên dewletê di warê siyaseta derve de bûn.
BRICS hevpeymaniyeke dervey parezemînî ye û welatên parezemînên Asya, Afrîqa û Ewropayê, ku her yek wek hêzên nû yên aboriya cîhanê ne, her wiha du endamên wê, yanê Rûsya û Çîn, endamên dayimî yên Konseya Ewlehiyê ne û mafê vetoyê hene, cih û şûna vê komê bilind kirine.
Peyama girîng a endametiya Îranê nav Şanghay û BRICSê ew e ku siyaseta xistina Îranê nav tecrîdê ne tenê işkest xwariye, belkî hêzxurtên nû derketî li cîhanê hez dikin peywendiyên xwe bi Îranê re xurt û bihêz bikin.
Husêyn Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, endametiya Îranê nav koma BRICS`ê weke pûçkirina boykotan û bêencamkirina siyaseta xistina Îranê nav tecrîdê da zanîn ku dikare weke derfetekê were hesabê bona pêşdexistina peywendiyên siyasî û danûstandinên ticarî.
Wî her wiha nivîsî:
Welatên endamê BRICS ku xwediyê nifûsa zêdetir ji 3 milyar kesî yanê sedî 40 ê ji nifûsa cîhanê pêk tînin û sê yekê topa erdê bi xwe ve terxan kirine, zirûfeke baş ji bo hevkariyên dualî bi Komara Îslamî ya Îranê re hene û bo Koma BRICSê jî zirûf û potansiyelên bi nirx ên Îranê bi taybet cih û şûna jeopolîtîk û jeostratejîk, çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê, hêza mirovî ya pispor û kêrhatî, pêşkeftinên berbiçav di warên curbicur de pir balkêş in.
Dûhata girîng a endamtiya fermî ya Îranê nav BRICS de ew e ku bêencamkirina boykotên Amerîka û Ewropayê pêkan dibe.
Kazim Celalî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê li ser rûpela xwe ya civakî derbarê endametiya Îranê nav koma BRICS nivîsî:
Qebûlkirina endametiya Îranê koma BRICS bi pêwendiya nêzîk û pêbaweriya bi endam û damezrênerên wê yên sereke pêk hat ku derfetên nû di warê geşatiya siyaseta derve ya Îranê bona pêşketin û rawestana li himber zext û boykotên rojavayê pêk tîne.