Bernameya sêalî ya Tirkiyê bo vegerandina awareyên sûrî bo welatê wan
Rojnameyeke Tirkiyê ragihand ku serokkomarê vî welatî fermana pêkanîna mekanîzmeke sêalî bo destpêkirina vegeryana awareyn sûrî bo welatê wan daye.
Rojnameya Sabahê çapa Tirkiyê nivîsî, bernama sêalî navbera Wezarea Navxwe, AKP û blûka wê ya parlemanî bo derxistina awareyn sûrî ji Tirkiyê hatiye amadekirin.
Li gor bernama sêalî, heta dema ku rewşa aborî û ticarî li bakurê Sûiyê were xweşkirin û vejiyandin,ew rê didin bazirganên Tirkiyê ku li wir teşkîlat û karistanên xwe ava bikin û derfetên kar û xebatê pêk bînin ku rewş bo vegeryana bi sedan hezar penaberên sûrî were dabînkirin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar yek ji berşûlayên herî giring ên vê planê, dabîan Helebê, paytexta aborî ya Sûriyê nav dilê vê planê ye.
Ji ber liv û tevgerên eskerî yên Tirkiyê li Sûriyê û dagirkirina beşeke befireh ji axa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê va û komên çekdar ên bin fermana wê, karzan bi şik û guman li vê plana hikûmeta Erdogan derbarê awareyên sûrî dinêrin. Li gor nûçeyeke din Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê amara penaberên femî yên sûrî pêştir sê milyon kes ragihandiye.
Wezareta karên Navxwe ya Tirkiyê îro duşemiyê bi daxûayniyekê ragihand: Li vî welatî bi femî sê milyon û 321 peanberên sûrî hene. Eva di halekî de ye ku siyasetvanên dijberê hikûmetê amarên zêdetir ragihandine.
Omîd Ozdaq, Rêberê partiya Zeferê ya Tirkiyê derbarê vê yekê de gotibû zêdetirî 10 milyon penaber li Tirkiyê hene.
Kemal Kiliçdaroglû û medyayên dijberê AKP jî qala hebûan 8 milyon penaneran dikin.
Piştî şerê navxweyî li Sûryê d destpêka sala 2011an û pişt re berfirehbûna xebatên DAIŞêli vî welatî û zêdebûna bêewlehiya ji ber liv û tevegrên berfireh ên eskerî yên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê li Sûriyê, bi milyonan sûrî neçar man terka bajêr an welatê xwe bidin.
Beşek ji van penberan berê xwe danTirkiyê. Tirkiyê jî berdêla girtina pêşiya koçberbûna van awareyan nav Ewrûpayê, bi milyoan Euro pere ji YE wergirtiye.