Adar 20, 2023 17:49 Asia/Tehran
  •  Rûsyayê derbarê dewama destêwerdanên Amerîkayê li Sûriyê hin tişt eşkere kirin

Serwîsa Îstixbarata Derveyî ya Rûsyayê ragihand ku Amerîka li Sûriyê komên tundrê dixebitîne bona ku hikûmeta niha ya vî welatî lawaz bikin.

Serwîsa Îstixbarata Derveyî ya Rûsyayê ragihand Amerîka komên terorîst ên bin fermana xwe li Sûriyê bi kar tîne ku hikûmeta niha ya vî welatî lawaz bikin.

 Serwîsa Îstixbarata Derveyî ya Rûsyayê her wiha ragihand: Amerîkayê dil heye bi dehan wanêtên ku bi reşaşe û mûşekên giran pergal kirine, veguhezîne bo terorîstên li Sûriyê.

 Vê saziya hikûmetî ya Rûsyayê bal kişand ser hevkariya nêzîk a Amerîkayê bi terorîstn re ji wan DAIŞ’ê ragihand ku Waşîngtonê dil heye li Sûriyê hinek komên terorîst pêk bîne ku pevçûnên li başûr rojava, navenda vî welatî û rojhilatê Firatê tehrîk bike.

 Endamên parlemana Nuneran a Amerîkayê vê dawiyê, biryarnemyeke pêşniyarkirî ku hikûmeta vî welatî erkdar dikir eskerên amerîkî ji Sûriyê di dereqa 180 rojan de derxîne, qebûl nekirin ku tim dagirkeriya li bakur û rojhilatê Sûriyê û her wiha dizîna nift û çavkaniyên xwezayî yên vî welatî bidomîne.

 Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê jî bal kişand ser sefera nepenî ya serokê Erkantiya hevpar a Artêşa Amerîkayê bo bakurê welatê hanê û got: Ev sefera nîşan dide Amerîka hikûmeta herî mezin a yaxî li cîhanê ye.

 

 

Serepeyv