Sibat 14, 2023 18:35 Asia/Tehran
  • Rapor | Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê ji 31 hezar kesî derbas bû

Rêxistina Sekinîna Hember Qeyran û Belayên Xwezayî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara goriyên erdheja li vî welatî rabû 31974 kesan.

Di encama erdheja giran a hefteya buhurî li navçeyên başûrê Tirkiyê de, bi dehan hezar kesî canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û bi sedan hezar mal û avahî jî kavil bûn.

Rêxistina Sekinîna Hember Qeyran û Belayên Xwezayî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand, navçeyên başûrê vî welatî piştî erdhejê heta nika 3170 carî hejiyane.

Anegorî ragihandina vê rêxistinê, 195 hezar û 962 kes ji navçeyên erdhejlêketî yên Tirkiyê bo parêzgehên din ên vî welatî hatine veguhestin.

Herwiha anegorî ragihandina Konfederasyona Bazirganiya Tirkiyê, asta xisarên berfire yên erdheja li vî welatî, 84 milyar û 100 milyon dolar hatiye texmînkirin.

 

Serepeyv