Rapor - Bihaya ardû û enerjîyê li Sûrîyê sedî 50 hat zêdekirin
Wezareta Ticareta Navxwe ya Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku bihaya hemî cure ardû û enerjîyê sedî 50 hat zêdekirin.
Wezareta Ticareta Navxwe ya Sûrîyê di vê daxûyanîyê da ragihandîye: Her lêtra benzînê bi bihaya 3 hezar lîreyan beranberî 50 sêntan raberî wan kesan tê kirin ku karta ardûyê hene û nika bihaya lîtreke benzîna asayî li bazara azad 12 hezar lîreyên sûrî yanî nêzî 2 dolarî ye.
Eva di halekî da ye ku berî vîya bihaya lêtreke benzîna asayî bi 1500 lîreyên sûrî didan xwedîyên karta ardûyê.
Li gorî vê biryarnama Wezareta Ticareta Navxwe ya Sûrîyê, bênzînxane dikarin her lîtir benzîna asayî bi bihaya azad a 4900 lîreyan bifiroşin. Eva di halekî da ye ku Wezareta Ticareta Navxwe ya Sûrîyê bihaya mazotê ku bi bihaya hikûmî ya taybet dide nanpêjxaneyan, zêde nekir û hema bi 700 lîreyên sûrî dide wan.
Bihaya mazotê ji bo karên aborî û pîşeyî 3 hezar lîre hatîye destnîşankirin. Vêca şirketên ticarî yên nehikûmî dikarin her lêtra mazotê bi 5 hezar lîreyan bidin xwedîpîşeyan.
Sûrîye eva nêzî 2 mehan e ku pêrgî qeyrana ardûyê bûye. Nîvê nanpêjxaneyên pişka nehikûmî hatine daxistin û nanpêjxaneyên hikûmî jî tenê bi karta şifredar nên di asteke dîyarkirî da didin ber destê welatîyên sûrî.
Lîreyê Sûrîyê di meha buhurî da sedî 20 bihaya xwe hibmerî diravên bîyanî ji dest daye.
Eva di halekî da ye ku Amerîkayê beşeke zêde ya meydanên nift û gaza Sûrîyê yên li bakur-rojhilatê vî welatî dagir kirine û rojê 66 hezar bermîl nifta Sûrîyê talan dike.