Mijdar 11, 2022 08:38 Asia/Tehran
  • Nekêrhatîbûna pergala siyasî ya Amrîkayê bandor li cîhanê kiriye û heta hevpeymanên vî welatî jî nîgeran kirine

Hilbijartina navîndewreyî ya Amerîkayê di roja 8ê Mijdara 2022an da hat lidarxistin û her çend ku ev hilbijartin mijareke navxweyî li Amerîkayê ye; tevî vêya vê hilbijartinê nîgeraniyên zehf di civaka navneteweyî da pêk anîne.

Li gorî nûçeya Global Times'ê, Ji bo têgihîştina baştir a vê nîgeraniyê baştir e ku em şibihandinekê bi kar bînin û lidarxistina hilbijartina bigengeşe ya navîndewreyî li Amerîkayê weke wê yekê ye ku kesek li nêzikî mala xwe pevçûneke komî bibîne û dibe ku ji nişkê va kelpîçek li nava pevçûnê û ji aliyê terefên pevçûnê beer bi derve were avêtin.

Cîhanîbûnê navbira ddem û cih ji holê rakiriye û di heyama du salên derbasbûyî da bandorên wêranker ên tevliheviya hundirîn li Amerîkayê li ser rewşa navneteweyî bi awayekî zehf aşkira bûye û gelek pirsgirêk pêk anîne.

Di esas da hilbijartina navîndewreyî ya li Amerîkayê weke "Ezmûna Nîvsalê" ji bo nirxandina xebata dusalî ya partiya serdest li vî welatî ye û mijara herî girîng di vê hilbijartinê da jî aboriya navxweyî û debara jiyana gel bû.

Di halekî da ku Partiya Komarxwaz weke hilbijartina serokomariyê ya du sal beriya niha şik û gumana xwe derbarê vê hilbijartinê jî hebû, lê Partiya Demokrat bi caran ev hilbijartin wek "Giştpirsîn" bi nav kiribû.

Di dema niha da gelê Amerîkayê tûşî enflasiyona herî zêde di heyama çar dehsalên vê dawiyê bûye û ji paşketinê ditirse.

Di hilbijartina vê dawiyê da jî du partiyên Amerîkayê yên sereke hemî hewila xwe ji bo bidestxistina dengê dengdêran bi sûdwergirtina zimanê îdeolojîk bi kar anîn.

Bi aşkirabûna encamên hilbijartina navîndewreyî ya Amerîkayê, niha hevpeymanên vî welatî nîgeranê guherîna asoya siyaseta Waşîngtonê di warên cûr bi cûr da ne û dibe ku ev hilbijartin bibe sebeba guherînên mezin di stratejiyên derveyî û siyasetên gelemperî yên Amerîkayê.

 

 

Serepeyv