Li Tirkiyê konsert û şanoyên Kurdî yek bi yek tên qedexekirin
Li Tirkiyê di demen dawî de bi destê şaredariyên partiya deshilatdar AK Partî û parêzgeran ve yek bi yek konsert û şanoyên Kurdî tên betalkirin.
Li bajarên Kocaelî û Mûşa Tirkiyê konsert û şanoyên hunermendên Kurd bêyî ku sedemek bê nişandan hatin betalkirin. Li dijî astengkirna hûnera Kurdî partiyên siyasî jî nerazîbûnên xwe nişan didin. Partiyên HÛDA PAR û Ji Nû Ve REFAHê da zanîn ku ev bêrêziya li hemberî hûnera kurdî nayê qabûlkirin û kes nikare bi astengî û qedexeyan zimanê Kurdî ji holê rake.
Li Tirkiyê di rojên dawî de konsert û şanoyên Kurdî bêyî ku sedemek bê nîşandan tên betalkirin. Piştî ku konserta hunermenda Kurd Aynûr Dogan ya li Kocaeliya bajarê Tirkiyê ji aliyê şaredariya AK Partiye ve hate betalkirin, li Mûşê konserta hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman ji aliye parêzgerê Mûşê û dîsa li Kocaeliyê şanoya Kurdî ya ji aliyê Tîma şanoyê ya bajarê Amedê tê lîstin bi destê şaredariya AK Partiyê hate betalkirin. Ev bêrêziya li hemberî hunera Kurdî hatiye kirin ji aliye partiyên siyasî ve tê şermezarkirin.
Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku ger hikûmeta heyî perwerdehiya bi zimanê zikmakî çareser bikira îro li Tirkiyê hûnera Kurdî nedihate qedexekirin û astengkirin
Serokê Giştî Yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ji K24ê re got: “Eger îro li saziyên dewletê û di dibistanan de astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bihata rakirin îro konsert û şanoyên Kurdî nedihatin qedexekirin. Zimanê zikmakî wek şîrê dayîkê helal e û hewce ye herkes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxiwe û hûnera xwe pêşkeş bike. Îro li Tirkiyê 20 milyonan zêdetir kes zimanê Kurdî diaxivin an jî wek zimanê xwe yê zikmakî dibîne. Hûn nikarin bi qedexeyan zimanê ku evqas zêde kes pê diaxive ji holê rakin. Ev astengî li hemberî Kurdî bêrêziyek e.”
Serokê partiya Ji Nû Ve Refahê Fatîh Erbakan jî da zanîn ku mafê tu kesî nîne bi qedexe, tundî û bêedaletiyê zimanekî qedexe bike û ew hewlestên wiha jî qebûl nakin.
Serokê Giştî Yê Ji Nû Ve Refahê Fatîh Erbakan got: “Qedexeyeke bi vî rengî li dijî Kurdî nayê qebûlkirin. Bi qedexeyên wiha tê xwestin ku welatiyên Kurd zêdetir ji dewletê dûr bikevin û aloziyan di nava Kurd û Tirkan de zêde bikin. Lazim e ku wek dewlet em ji rojhilat heta rojava mafê hemû gelê xwe biparêzin. Bi qedexe, tundî û bêedaletiyan astengkirina zimanê dayîkê bi xwe re tu çareseriyan naîne. Em helwesteka wiha ya li hemberî zimanê dayîkê qebûl nakin.”
Herwiha Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kilicdaroglu, Hevseroka HDPyê Pervîn Buldan, Serokê Giştî yê partiya Pêşerojê Ehmed Dawutoglu û rayedarên partiya DEVAyê ya Alîbabacan jî di twîttera xwe de qedexekirina konserta Kurdî ya Aynur Dogan şermezar kir.