Gelo Bin Selman û Erdogan di rêya dostîyê da pêngavan radikin?
Seredana Serokomarê Tirkîyê ya Erebistanê û pêngavên ku ew jibo xweşkirina peywendîyên digel Seûdîyan radike, bûne sedema hin pirsan têkildarî paşeroja van peywendîyan û encamên wan.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê wer xûya dike ku piştî girêdana dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî rojnamevanê rexneker ê seûdî û veguhestina dosîya tawanbarên wê bo Dezgeha Dadwerîyê ya Erebistanê karî ku derîyên Erebistanê ser xwe da veke. Erdogan ku ji sala 2017ê va seredana Erebistanê nekirîye, derbasî Rîyazê bû û ji hêla Mihemed Bin Selman Paşmîrê vî welatî va hat pêşwazîkirin ku fermana kuştina Qaşiqçî dabû.
Enqere hêvîdar e ku bi seredana Erdogan a Erebistanê boykotkirina nefermî ya kel û pelên Tirkîyê ku ji sala 2020î va li Erebistanê destpê bû, were bidawîhanînê.
Erdogîn berî vîya hejmarek rayedarên pillebilind ên Tirkîyê ji wan WEzîrên Karên Hundur, Berevanî, Dadwerî û Darayîyê şandin Rîyazê. Girîngtir ji gişkan, Wezareta Dadwerîya Tirkîyê qebûl kir ku dosîya Qaşiqçî bo Erebistanê bê veguhestin. Eva di halekî da ye ku wan soz dane ku dosîya Qaşiqçî jibo hertimî were girêdanê.
Çavdêr dibêjin ku Erdogîn idî dest ji dosîya Qaşiqçî kişandîye û di berdêla berjewendîyên aborî û sîyadî da hemî sozên xwe binpê kirine, ji ber ku Tirkîye pêrgî qeyrana aborî, zama jorayî sedî 60, daketina asta şîyana kirrînê ya gel û daketina bihaya lîre himberî dolar bûye.
Qeyrana giran a aborî li Tirkîyê cîgeha ERdogîn li Tikrîyê gellekî lawaz kirîye û ew bi awayekî kûr dilnigeran e ku di hilbijartina bê da, tûşî işkestê bibe. Erdogan di çarçova hewla jibo rizgarbûna ji qeyrana nika ku tê da asê bûye, çûye Erebistanê û Wezîrê Karên Derve yê xwe jî şandîye Amerîkaya Latîn lê çavdêr dibêjin ku Erdogîn ti rêyek jibo rizgarbûnba ji qeyrana giran a aborî tineye.