Nîsan 30, 2022 12:49 Asia/Tehran
  • Dengvedana merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li mêdyayên ereb

Mêdyayên welatên ereb, bala xwe dan merasima Roja Cîhanî ya Qudsê û axavtina rayedarên îranî ya bi vê boneyê.

Hezretê Imam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê jibo saxmayîna mesleya Filistînê û ragihandina hevgirtina misilmanên cîhanê digel filistînîyan û seferberkirina hemî hêzan jibo rizgarkirina Qudsa şerîf ji lepên dagirkerên sîyonîst, dawîn înîya meha bimbarek a Remezanê, wek Roja cîhanî ya Qudsê bi nav kir.

Lidarxistina pirrcoş a meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê û axavtinên rayedarên pillebilind ên Komara Islamî ya Îranê bi vê boneyê, li gellek mêdyayên ereb deng vedan.

Kanala Al Iticah a Iraqê bi çend nûçeyan bala xwe da ser meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê û nivîsî. ``Rêzgirtina li Roja Cîhanî ya Qudsê bi meşên berfire; Îranê nûtirîn mûşekên balêstîk ên xwe di Roja Cîhanî ya Qudsê da nîşan dan.``

Kanala Al Ahd a Iraqê jî derbarê pişikdarîya berfire ya gelê Îranê di meşên bi vê boneyê da nivîsî: ``Jibo piştgirîya ji gelê Filistînê, meşên berfire di Roja Cîhanî ya Qudsê da hatin birêxistin.``

Malpera Nûçeyan a Al Nashra ya Libnanê jî derbara meşên bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da li Îranê nivîsî: ``Îranê hevgavê Roja Cîhanî ya Qudsê nûtirîn mûşekên balêstîk ên xwe di Roja Cîhanî ya Qudsê da nîşan dan.`` 

Kanala Al Mayadeen a Libnanê jî gav bi gav rapor derbara pişikdarîya gelê Îranê di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da weşandin û bal kişand ser pişikdarîya zarokên îranî di vê meşê da û bi belavkirina çen wêneyan wiha nivîsî: ``Zarokên îranî di meşa Roja Cîhaîn ya Qudsê da pişikdar bûn.``

Malpera Nûçeyan a Al Ahd a Libnanê jî çend dîmen derbara merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê weşandin û wiah nivîsî: ``Îranîyan di Roja Qudsê da jibo xurtkirina berxwedana himberî sîyonîzmê dest bi meşê kirin.``

Kanala Al Manar a Libnanê jî çend wêne derbara pişikdarîya hêzên Besîc weşandin û wiha nivîsî: ``Azadkirina Qudsê meseleya sereke û ti asayîkirineke peywendîyan jî nayê qebûlkirin û cihê şermezarîyê ye.``

Kanala Al Akhbaria ya Sûrîyê jî bala xwe da meşa bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê li welatên ereb û misilman nemaze li Îranê û ragihand ku gelê Îranê bi merema piştgirîya ji Filistîn û Qudsê daket kolanan.``

Rojnama Al Arabi Al Jadid a Qeterê çapa Londonê jî amajeyî pişikdarîya gelê Îranê di merasima Roja Cîhanî ya Qudsê da kir û bal kişand ser mûşekên balêstîk ên Îranê û wiha nivîsî:``Îranê hevgavê meşa Roja Qudsê, mûşekên balêstîk ên pêşketî nimandin.

Şebekeya Al Jazeere ya Qeterê jî amajeyî axavtina general Ismayîl Qaanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî di merasima Roja Cîhanî ya Qudsê da li şarê Meşhed li bakur-rojhilata Îranê kir û nivîsî: ``Balafirên bêfirokevan ên Îranê li esmanê Israyîlê gerîyan.``

Şebekeya Al Masire ya Yemenê jî nivîsî:`` Meşa berfire ya gelanî li Têhranê û şarên Îranê bi merema rêzgirtina li Roja cîhanî ya Qudsê hat lidarxistin.``