Nîsan 24, 2022 19:45 Asia/Tehran
  • Dubare tekezkirina Tirkiyê li ser berdewamiya êrişên leşkerî li Iraqê

Tevî nerazîbûna fermî ya berpirsên hikûmeta Bexdayê li hember berdewamiya operasyona leşkerî ya Tirkiyê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya êrişên leşkerî li ser bakurê Iraqê kir.

Operasyona neqanûnî ya artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê bi hinceta têkbirina çeperên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) tê encam dan. Karbidestên hikûmeta Enqerê, PKKê wek grûpeke terorîstî didin nasandin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar Îniya borî (22ê Nîsanê) desnîşan kir ku ew welat operasyona xwe ya leşkerî ya nû li bakurê Iraqê didomîne û îdia kir: Ev operasyon heta ku metirsiya terorê ya li herêmê ji holê rabe wê dewam bike.

Ev gotinên wezîrê berevaniya Tirkiyê di demekê de ne ku bi caran berpirsên hikûmeta Bexdayê êrişên artêşa Tirkiyê şermezar kirine û Ew van êrişên dewleta tirk bi binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê binav dikin. Di heman demê de gelê Iraqê jî bi caran li dijî dagîrkirina welatê xwe nerazîbûn nîşan dane û daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê kirine.

Di vê derbarê de wezareta derve ya Îraqê roja çarşemiya derbasbûyî gazî balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kir û ji ber berdewamiya êrîşên Tirkiyê yên li ser beşeke axa Iraqê, ew derheq nerazîbûna tund ya hikûmeta Bexdayê agahdar kir. Di çarçêva nerizamendiya Wezareta Derve ya Iraqê de vê wezaretê herwiha sebeb û hegerên ku Enqere ji bo êrişa ser Iraqê dest datîne ser wan hatin ret kirin û ew wek hegerên neberaqil hatin ragihandin.

Piştî gazîkirina balyozê Tirkiyê, Wezareta Derve ya Iraqê daxwaza vekişandina bi temamî ya hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê ji bo rêzgirtina li serweriya niştimanî kir û tekez kir:  "Iraq ji aliyê yasayî ve mafdar e ku li gorî peymana Neteweyên Yekgirtî û yasayên navdewletî li hember van kiryarên dijminane û yekalî ku bêyî hemahengiya ligel Hikûmeta Bexdayê cih tên, tedbîrên pêwîst û guncaw bigire ber xwe."

Berî van nerizamendiya hikûmeta Iraqê, teşkîlata serokomariya Iraqê jî li hember êrişên dagirkerî yên dewleta Tirkiyê li ser bakurê Iraqê bertekên tund nîşan da û tekez kir: "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorên bakurê Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê ye û metirsî li ser ewlehiya neteweyî ya dewleta serbixwe ya Iraqê ye. Dubarekirina van operasyonan bêyî hemahengiya bi hikûmeta Iraqê re nayê qebûlkirin û ji aliyê Iraqê ve ev kiryar wek çareserî nayê dîtin û Iraqê qet qebûl nake ku bibe tolvekirina aliyên biyanî û bibe meydana safîkirina hesabên wan."

Di rastiyê de, divê bê gotin ku daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê derbarê berdewamiya operasyonên leşkerî li ser axa Iraqê piştî gazîkirina balyozê Tirkiyê li Bexdayê, nîşan dide ku dewleta Enqerê ji her tiştî zêdetir li dagirkirina beşek ji axa Iraqê û bidestxistina armancên taybet difikire û PKKê ji dewleta Tirk re tenê hecet û darê destan e.

Di vê çarçoveyê de, muhtemel e ku Herêma Xweser a Kurdistana Iraqê ku di bin bandor û serweriya dezgehên îstixbarata Amerîkayê û çendîn welatên rojavayî û herwiha rejîma nijadperest a Îsraîlê de ye, di bin zexta van dezgehên îstixbaratê de, ji dewleta Enqerê dixwaze ku ewlekariya vê herêmê dabîn ke.

Bi giştî mirov dikare derbarê berdewamiya êrişên leşkerî yên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê de bibêje ku di rewşa niha de, Tirkiye ji ber sepandina siyasetên neguncaw ên navxweyî û herêmî yên hikûmeta Erdogan di nav krîzeke giran aborî û mirovî de ye, Vêca Erdogan ji bo ku fikra gelên Tirkiyê ji van krîzên kûr dêr bêxe, siyasetên neberaqil yên wekî mudaxileya leşkerî li welatên cînar yên wek Iraq û Sûriyê girtiye ber xwe.

Di vê navberê de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku ji ber neçareserkirina krîza aborî û debara gelên Tirkiyê, cih û mewqiya xwe ya di nav xelkê li hundirê welêt de winda kiriye. Vêca ji bo ku vê cih û mewqiya xwe hinekî çêtir bike dest davêje kiryarên wekî dagirkirina axa welatên cînar. Ji aliyê din ve hewl dide rastiyên di maydana şerê li Iraq û Sûriyê veşêre û anagorî berjiwendiyên xwe nûçeyîn sexte biweşîne. Çawa ku PKKê ragihandiye heya niha zêde ji 50 serbaz û leşkerên tirk li bakura Iraqê hatine kuştin, lê belê Erdogan bi tenê kuştina 3 leşkeran pişt rast kiriye.

Serepeyv