Adar 22, 2022 10:02 Asia/Tehran
  •  Komcivîna herî mezin a Newrozê: Amedê û amediyan carek din got em hene û em li vir in

Li Amedê duh ji serê sibê de gel ber bi qada Newrozê ku îsal bi diruşma "Dem dema serkeftinê ye" li dar dikeve ve ket rê. Ciwanan barîkatên ewlehiyê rakirin û ketin qadê.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Newroza Amedê wekî her sal wekî fînala hemû Newrozên li cih û bajarên cur bi cur tê dîtin. Îsal jî heman rewş didome. Li Parka Newrozê ku li Baglara Amedê ye sehneyeke mezin çêkirin, li ser bi kurdî (Kurmancî û kirmanckî), tirkî, ermenî, erebî û îngilîzî "Newroz Pîroz Be" nivîsîn.

ÊRÎŞÊ CIWANAN KIRIN

Li ber barîkatan ji ber polîsan nehişt ciwan bikevin hundir ciwanan dest bi diruşman kir. Li ser vê polîsan li hin cihan bi copan êrîş kir û bombeyên çavsotîner bi kar anîn.

ASTENGÎ PIR IN

Gelek kesî ji ser hesabê xwe yê twittirê re belav kir ku polîs wan nagirin hundir. Xircir didome.

MÊVANÊN NEWROZÊ

Ji Herêma Kurdistanê, ji Iraq, Misir, Lubnan, Fas Tunus, Urdun, Yemen û gelek welatên Ewropayê mêvan hatin. Siyasetmedar, akademîsyen, rojnamegeran li qadê, li ser sehneyê cihê xwe girtin. Polîsan astengî derxist pêş hin mêvanan û ew negirtin qadê.

'EMÊ BI HEV RE AGIR PÊ BIXIN'

Saet 11'an de divê agirê Newrozê bihata pêxistin û pîrozbahî dest pê bikira lê ji ber astengiyên polîsan hinek hat bipaşvexistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derket ser dikê û hişyarî da Emniyeta Amedê û Walîtiya Amedê. Başaran got, "Emê îro li vê qadê bi coşeke mezin, bi heyecan û biryardarî Newrozê pîroz bikin. Aram bin. Îro cejna me ye. Îro li vê qadê emê bi hev re agirê Newrozê pê bixin. Di vî warî de bila tu  metirsî tunebe. Heta hemû hevalên me bên emê bisekinin. Hevalên me li ber deriyan têne rawestandin. Em li benda wan in. Emê bi coşa cejnê îro pîroz bikin."

Başaran bang li polîsên ku pêşî li xelkê digirin û nahêlin gel bê jî kir û got, "Xwe bidin alî bila gelê me bê. Ji aliyê ewlehiyê ve tirsa me ji gelê me nîne. Polîsên Çevîk, ev der qada cejnê ye. Hûn xwe bidin alî, em dikarin ewlehiya xwe saz bikin. Gel gelê me ye, em dixwazin bi hev re dîlanê bigerînin. Emê îro li vir Newrozê pîroz bikin."

'KES NIKARI VÎNA ME BIŞKÎNE'

Devrim Demîr û Ozcan Ateşê ku pêşkêşvanî dikir derketin ser dikê, Newroz pîroz kirin û gotin dan Hevserokê HDP'ya Amedê Zeyat Ceylan. Ceylan wisa got, "Bi rihê Rahşanan, Zekîyeyan Newroza we pîroz be. Newroz hebûn e, li hemberî zilmê berxwedan e. Newroz berxwedana 2 hezar û 600 salan e. Heta li ser vê axê zilm hebe emê ber xwe bidin. Amed bexwedan e, hezar silav li we. Ji bo yên ku dibêjin em ê vîna kurdan bişikînin, va ye Amed. Kes nikare vîna kurdan bişkîne."

Ceylan ji bo girtiyan jî silav şand û Newroza wan jî pîroz kir.

AGIR PÊXISTIN

Ji ber rênedana polîsan ku gel bê qadên bi derengî agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî vê hunermen Devrim Demir ligel girseyê strana Newrozê stirî. Dûre Hozan Kazo derket ser dikê.

TURK: SIYASETMEDARÊN KURD BILA BÊN BA HEV

Nûnerên di nav "Koma Îtîfaqa Kurdistanê" de derketin ser dikê û silav dan gel. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û got, "Xwestin dengê kurdan bibirin, lê şaş derketin. Her ku diçe dengê kurdan zêdetir gur derdikeve. Li hemberî siyasetmedarên kurdan zilmekî mezin heye. Bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Ew li zindanan bin jî rihê wan li Amedê ye. 5 sal in birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Nahêlin malbat û parêzerên wî herin cem. Gelê kurd dê vê siyasetê têk bibe. Hevala min a salan Aysel Tugluk ji ber nexweşiyê di nav rewşeke giran de ye. Bi vê halê xwe jî wê zindanê de digirin. Tiştek însanî, exlaqî li cem van nemaye. Divê wê berdin."

Turk got ku îro li dinyayê rêberên di hilbijartinan de bi salan dijî hev bûne li ser Ûkraynê li hev kirine, hatine ba hev û got, "Li ser kurdan li vê erdnîgariyê zordarî hene ligel vê yekê jî siyasetmedarên kurd nayên ba hev. Em ji Amedê bangî wan dikin, êdî dem hatiye ku hûn bên ba hev, hiqûqeke hevpar saz bikin. Hûn wisa tevbigerin dê dîrok û gelê kurd we efû neke. Divê li gor serdema nû sisayeteke nû bê sazkirin, siyaseta demokratîk bê xurtkirin, divê li dor nirxên hevpar em bên ba hev. Ez dixwazim hûn bi vê bawer bin. Ev desthilatdarî dê here, emê hebin, emê heq û hiqûqa xwe bi dest bixin. Heta dawî emê têbikoşin."

NEYARTIYA KINCÊN NETEWEYÎ

Polîsan di cihên lêgîrê de çi jin, çi mêr gelek kesên kincên neteweyî li xwe kiribûn bi paş ve şandin. Hin jê girtin bin çavan.

LEHIYA GEL

Di temamê rojê de tevî her cure zehmetî, êrîşên polîsan jî gel her herikî qadê. Qad tije bû û gelek kes jî nekarîn bikevin qadê. Bi vî awayî careke din Amedê nîşan da ku Newroza wir gula ber dilê hemû Newrozan, nîşaneya hebûna kurdan, nîşaneya vîna wan e.  

NÊZÎ 300’Î HATIN BINÇAVKIRIN

Ji serê sibê de polîsan li Amedê li hemberî gel zordarî nîşan da. Carinan êrîş kir, carinan pêşî li wan girt ku neçin qadê, carinan bi TOMA’yan êrîş kir û heta êvarê rewş kêm zêde bi vî rengî bû. Û li gor bîlançoya ku vê êvarê hate eşkerekirin 150 jê zarok bi temamî 298 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.

Serepeyv