Adar 17, 2022 00:52 Asia/Tehran
  • Bîranîna Tevkujiya Helebçê; bîranîna ku bêhna sêvê jê tê!

Di vê êrişa bi xedar de ya bêhna sêvê jê dihat, zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha bi hezaran gund hatin şewitandin û wêrankirin. Piştî bi salan a darezandina berpirsan weke qirkirin hate nasîn.

Balafirên artêşa Iraqê ku 16'ê Adara 1988'an saet di 11:00 de li ser bajarê Helebceyê yê Herêma Kurdistanê difiriyan, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê kirin. Wê rojê bi çekên kîmyewî herî kêm 5 hezar Kurdên sivîl hatin kuştin û nêzî 10 hezar Helebceyî birîndar bûn.

"... Di dema bomberdûmanê de bêhneke xweş dihat mirovan. Mîna bêhna sêvê, bêhna pirtiqal an jî sîrê. Piştî çend deqeyan êdî bêhn li mirovan diçikiya. Çend deqe şûnde mirov li şûna xwe mirin. Hinekan bi ken çavên xwe li jiyanê girtin, mirina hinekan jî demeke dirêj dewam kir; ewilî şewitîn an jî vereşeke kesk ji devê wan hat û mirin…"

Ev çend rist e, ji şahidên ji ber vê Enfalê felitîn hata roja îro mayîn e. Ji ber ku; jiyaneke bi êş, birçîbûn, tîbûn, kampên komkirinê, mangayên kuştinê, firotina li bazaran, qetilkirina bi gullereşandina komî, li ber yên mayî bûn. Lewna wê gora zêdeyî sed hezar mirovan nebûya, pişte wê di gorên komî de bihatina dîtin. Bi deh hezaran ji wan wê weke 'winda' bihatina tomarkirin. Aqûbeta wan wê nehatiba zanîn, li dû wan wê şîn jî nehatibûya girtin.

Enfal operasyoneke ji bejahî bigire heta êrîşên hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî ya qirkirinê bû. Ev tevgera qirkirinê ku amadekariyên wê di sala 1986'an de destpê kir, di navbera salên 1987-1989'an de bi rêk û pêk hatin bicihanîn. 

Bajarê Helebce û derdora wê ku li ser sînorê rojava Îranê anku Kurdistanê vî welatî ye, bi gazên kîmyewî yên gaza hardal, gazên sinir sarîn, tabûn, VX, sînayur a hîdrojen a jehra xwînê (çekên tinekirina girseyê) hat bombekirin. Di bomberdûmanê de herî kêm 5 hezar mirov, piştre jî ji ber nexweşiyên wê bi hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov jî neçar man bi bandorên neyînî yên çekên kîmyewî bijîn. Mirovên bi saxî ji qirkirinê rizgar bûn, neçar man emrê xwe bi êş û nexweşiyên giran ên weke; penceşêr, nexweşiyên çer û çav, nefestengî, dîsa jiberçûna zarokên nehatî dinê bijîn.

Tevî 34 sal li ser komkujî û enfalê re derbas bû hê jî nayê zanîn ka encamên enfal û helebçê çi bû ye. 

Berpirsyarê asta yekemîn ê operasyonên Enfalê Elî Hesen El Mecîd, 5 meh piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve, di Tebaxa 2003'an de hat girtin. Elî Hesen El Mecîd ku ji aliyê Şîan ve weke 'Qesab', ji aliyê Kurdan ve weke 'Kîmyasal Elî' tê binavkirin, li dadgeha darizandina Enfalê ya sala 2007'an de di dawiyê de ev gotin bilêv kiribû: "Min fermana xerakirina gundan da artêşê. Ez xwe naparêzim, lêborînê naxwazim. Min şaşîtiyek nekir". El Mecîd ji ber êrîşa kîmyewî ya li Helebceyê, ji sûcê li dijî mirovahiyê sûcdar hat dîtin û cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Biryar ji aliyê Serokkomarê wê demê Celal Talabanî ve hat erêkirin û di 25'ê Çileya 2010'an de El Mecîd hat bidarvekirin. Tevî El Mecîd Wezîrê Parastinê yê wê demê Sûltan Haşim El Tayî û Alîkarê Serokê berê yê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Huseyîn Raşîd Mûhammed jî bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Li Berpirsyarê Rojhilat ê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Ferhan Mûtlak Salih û Serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Sabir El Dûrî cezayê ragirtina heta dawiya emrê xwe hat birîn.

Di 1'ê Adara 2010'an de Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê komkujiya Helebceyê weke "qirkirin" nas kir. Piştî ku dewleta ev sûc kiriye qirkirin qebûl kir.

Leşkerên Iraqê yên bi vî mejî û psîkolojiyê tevgeriyan, mîna çeteyên DAÎŞ'ê bi hovane êrîşî gundên Kurdan kirin. Hemû gundên xwe gihandin şewitandin, dest danîn ser malên wan û jinan. Li gorî vegotinan, jinên di wê demê de hatin revandin, mîna ku îro DAÎŞ dike li Kûweyt û welatên din ên Ereb li bazaran hatin firotin. Zarokên Helebce, zarokên Enfalê jî mîna keçên winda yên Dêrsimê bûn xwedî heman aqûbetê. 

Serepeyv