Adar 09, 2022 19:36 Asia/Tehran
  • Rûsya û Ukraynayê di raporên cuda de amarên şer belav kirin

Rûsya û Ukrayna amarên cuda derbarê şer de belav dikin û di 14mîn roja şer de, Artêşa Rûsyayê tevî ku hewl dide ber bi pêş ve biçe û dorpêça li ser bajarên mezin ên Ukraynayê û bi taybet jî Kyiv a paytext, Kharkiv û Cherinhin tundtir dike, li 5 bajaran agirbest ragihandiye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja 8ê Adara 2022an ragihand, ji destpêka operasyona serbazî ya wî welatî bo ser Ukraynayê 2482 pêgehên serbazî yên Ukraynayê hatine armanckirin ku 87 ji wan navendên hevahengiya serbazî yên artêşa Ukraynayê bûne, 124 ji wan sîstemên dijefiroke û 79 pêgehên din jî sîstemên radarê bûne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov diayr kir, heta niha artêşa wî welatî 866 tank û zirêpoş, 91 sekoyên avêtina mûşekan, 317 topavêj, 634 barhilgirên serbazî û 81 dronên Ukraynayê jî kirine armanc û têk birine.

Rûsyayê heta niha tenê carekê amar derbarê kuştiyên xwe de belav kiriye, ku di 2ê Adarê de bû û li gor wê amarê, 498 serbazên wî welatî di şerê Ukrayanyê de hatine kuştin.

Lê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) texmîn kiriye ku di navbera 2000 ta 4000 serbazên Rûsyayê li Ukraynayê hatibin kuştin.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Ukrayna jî heman rojê amarek cuda belav kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê, ji destpêka şer ve hêzên wan bêhtir ji 12 hezar serbazên Rûsyayê kuştine û hejmarek serbaz jî dîl girtine.

Wezareta Berevaniya Ukrayanyê da xuyakirin, ji 24ê Sibatê roja destpêka êrîşa Rûsyayê ve heta roja Sêşembê 8ê Adarê, hêzên wan 48 firokeyên şer, 80 helîkopter, 303 tank, 1036 otomobîlên serbazî, 120 topavêj û 27 sîstemên dijemûşek ên artêşa Rûsyayê têk şikandine.

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê Oleksiy Reznikov jî ragihand, bi sedema bombebaran û topbarana Artêşa Rûsyayê zêdetir ji 200 dibistan, 34 nexweşxane û 1500 apartman û mal û cihên din ên mana welatiyên sivîl wêran bûne.

Oleksiy Reznikov herwiha got, nêzîkî 10 hezar xwendekar ku piraniya wan xelkên Hindistan, Çîn û welatên dorhêla Kendava Farsê ne, bi sedema şer asê mane.

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî roja Sêşemê 8 Adarê  dibêje, ji roja ku operasyona Rûsya li ser Ukraynayê destpê kiriye, 474 welatiyên sivîl li Ukrayna hatine kuştin û 861 kesên sivîl birîndar bûne.

YNetewênekbûyî tekez dike, dibe hejmar gelekî ji wê bêhtir be, lê hebûna şerê giran li bajar û bajarokan wiha dike ku zanyariyên pêwîst ji wan deveran bidest nakevin.

Ew yek di demekê de ye, ku îro Çarşembê 9ê Adarê, êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê derbasî roja xwe ya 14an bû.

Artêşa Rûsyayê tevî ku hewl dide ber bi pêş ve biçe û dorpêça li ser bajarên mezin ên Ukraynayê û bi taybet jî Kyiv a paytext, Kharkiv û Chernihiv tundtir dike, li 5 bajaran agirbest ragihandiye.

Ajansa Koçberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî dibêje, ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve zêdeyî 2 milyon kes ji Ukraynayê koçber bûne.

Berpirsê UNHCR, Filippo Grandi roja Sêşembê 8ê Adarê ragihand, tişta ku çêdibe mezintirîn krîza koçberiye ye li Ewropayê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, ji ber ku hejmara koçberan gelek bilez zêde dibe.

Serepeyv