Rapor - Hûrgiliyên trajediya li Kanala Îngîlîz: Jin û zarok jî di nav qurbaniyan de hene
Li gorî rapora Rûdawê, Ew bûyera trajedîk ku berpirsên Fransî herdem derbarê wê de hişyarî didan qewimî, belemeke koçberan dema bi rêya kanala avê ji Fransayê derbasî Brîtanyayê dibû niqum bû. Belemê 33 kes hilgirtibûn, ji wan 31 kesan canê xwe ji dest da û du koçberên din jî ku rizgar bûne li nexweşxaneyê ne.
Gerald Darmanin, Wezîrê Navxwe yê Fransayê, radigihîne, “Mixabin, ew bûyera cihê şermezariyê qewimî û li gor zanyariyên me, 33 kes di nav belemekê de di navbera Dunkirk û Calaisê de niqum bûne, 31 kesan canê xwe ji dest daye, du kesên rizgar bûne jî ku ya rast çareseriyê werdigrin, ew jî mixabin di metirsiyê de ne.”
Di nav wê belemê de zarok, jinên ducanî û mêr hebûn, li gor Wezîrê Navxwe yê Fransayê, bi belemek çûp ew geşta tejî rîsk kirine.
Gerald Darmanin, Wezîrê Navxwe yê Fransayê, diyar dike, “Belemeke gelekî nazik bûye, dema tîmên rizgarkirinê gehiştin hewa belemê betal bûbû. Wek hawizekî li hewşên malan dema hewa têde namîne. Ev gelekî diqewime, li ser yek belemê çendîn kes hewl didin di wê kanalê re derbas bibin. Rewşê tînim bîra we, deryayeke sar, mezintirîn navçeya avî ye li cîhanê, ku rêya keştî û beleman e.”
Li ser niqumbûna wê belema koçberan, heta niha 4 kes hatine desteserkirin ku guman tê kirin destê wan di derbaskirina wan koçberan de hebe.
Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê, dibêje, “Ew karesat wê yekê nîşan dide ku derbasbûna di wê kanalê re çiqasî metirsîdar e bi vî awayî, wê jî nîşan dide ku çiqasî girêng e em hewlên xwe bo têkşikandina wan çeteyan berfireh bikin ku bi vî awayî vî xelkî dişînin nav deryayê.”
Brîtanya û Fransa bi hevahengî hewl didin wan koçberan rawestînin ku bi awayekî neyasayî di wê kanalê re derbas dibin, lê wiha naxuye hevahengiya navbera wan qayim be û herdû alî hevdû bi xemsariyê tohmetbar dikin.
Îsal hejmara wan koçberên di wê kanala Brîtanyayê re derbas bûne sê qatê sala borî zêde bûye. Cotmeha îsal di bûyereke wek a niha de 7 koçberan canê xwe ji dest da, hevdem ji Çileya îsal ve û heta niha 7 hezar û 800 koçber di nav wê avê de ji metirsiya xeniqînê hatine rizgarkirin.