Gotinên li dijî Îranê yên serokomarê Azerbaycanê û bertekên li dijî wan gotinan
Di van rojên dawiyê hin liv û tevgerên ne bich û neberaqil ji aliyê hikûmeta Îlham Elyêv serokomarê Azerbaycanê di nav civakên siyasî û kesayetên curbicur ên siyasî û civakî deli Îran û Komara Azerbaycanê rastî bertekên tund hatine.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv di peyama xwe ya bi minasibeta salvegera êrişa ser Ermenistanê û hêzên vî welatî di roja 27 Îlona 2021 hin liv û tevgerên ne bi cih û neberaqil ji xwe nîşan dan û di gotinên pûç Îran dewsa Ermenistanê dijminê biyanî yên nû ji bo Komara Azerbaycanê da nasandin. Ev siyasetmedarê kêmazmûn di qada siyasetê ku piştî mirina bavê xwe Heyder Eliyêv serokomariya Azerbacanê ji sala 2003 bû mîratberê serokomariyê li vî welatî, pişta wî bi Rejîma SIyonîst û hin welatên wekî Tirkiyê germ e, niha ji ber pîjkirina wan gefan li Komara Îslamî ya Îranê dixwe û hewl dide welatiyên îranî yên azerî pîj ke û wan rake , qet bi encama gotinên ku tîne ser zimanê xwe fikir nake. Ma qey wî ji bîr kiriye ku bi salan nekarî Hêzên Ermenistanê ji Qerbaxa Çiya derxe û sala par eva artêşa Tirkiyê û çete û terorîstên perewerdekirî yên vî welatî bûn ku hatin alîkariya wî û karî hin deverê Qerbaxa Çiya kontrol bike û niha jî pişta wî bi Tirkiyê û rejîma Siyonîst germe û bi saya wan gotinên wiha tîne ser zimanê xwe.
Dijminatiya Rejîma Siyonîst li hemberî Komara Îslamî ya Îranê ji ti kesî re veşartî nîne û hikûmeta Tirkiyê ya ku di nav welat û derveyî welatî nijadperestiyê diweşîn jî di hed derfet û mecalek ku jê re çibe bi dizî û dûrûtî li dijî Îranê û gelên îranî gavan davêje.Vêca di vê rewşê de dema mirov kûr bifikire pêdihese ku kesek wekî Eliyêv ku kêmtir ji salekî berê dema ku sedana sînorê navbera Îranê û Komara Azerbaycanê kiribû sînorê navbera du welatan sînorê "Dostî û Hevaltiyê" dabû nasandin, lê niha çi bûye ku ew Îranê dijminê Komara Azerbaycanê dide zanê, gelo ne eva ye ku li pişta van gotina Rejîma Siyonîstî û Tirkiyê tê dîtin.
Eliyêv di peyama xwe ya ku ti hişmendiyek li pişt wê de tineye bi derew diyar kiribû ku azeriyên cîhanê manovr û tedbîqata Artêş û Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî li bakura rojavayê Îranê kiryareke bi dijminatî dizanin . Eva di rewşekê de ye dema ku Ermenistanê derheq tedbîqata Komara Azerbaycan û çend welatên din yên wekî Tirkiyê, di nav axa Nexcewanê nerizamendî nîşan dabû gotibû eva nav welatê me û em tê de her karekî ku bixwazin dikin. Lê niha tedbîqata Artêş û Sipahê Psdarên Îranê di nav axa Îranê kiryareke bi dijminatî dihesibîne.
Hêjayî gotinê ye li gorî pêşîniyên siyaseta derve ya berfirehkirina têkiliyên bi welatên cîran û misilman re, Îranê bi berdewamî tekezî li ser berfirehkirina peywendiyan bi hikûmet û gelê misilman ê Komara Azerbaycanê re kiriye û ev welat hertim wek dostê xwe daye zanîn.
Bila Eliyêv nekef fikir û xeyalên pûç çava ku bi sala nekarî devera Qerebaxa Çiya kontrol bike û tenê bi saya piştgiriya heralî ya Tirkiyê û çeteyên wê û Rejîma Siyonîstî karî ku bigihêje hedefa xwe, qet nikare heta bostekê ji axa Îranê jê cihê bike ne bi tenê ne. ne jî bi alîkariya welatê ku bi xwe bi zora çek û sîlahan û terorîstan li ser gelan hukimraniyê dike û xwediyê pirsgirêkên zav in, ne jî bialîkariya rejîmeke dagir ker ku hebûna wê nerewaye û nikare deverên dagirkerî kontrol bike. Netewye Îranê ji her qewm û gelek nîşan daye ku çawa dikare ling û destê welat û kesê ku qesta dagirkirî û desdirêjiyê ser welatê wan heye qut bike.