Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi awayekî berfireh li medyayên navneteweyî deng veda
Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya jidayîkbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û Îmam Sadiq, dengvedaneke berfireh li medyayên derveyî pêk anî.
Reutersê di nûçeyekê derbarê gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî aniye: Ayetullah Xamineyî roja Sêşemiyê got ku encama Hilbijartina serokomartiyê li Amerîkayê dê tu bandorekê li ser siyaseta Têhranê derheqê Waşîngtonê neke.
Ayetullah Xamineyî di beşeka din a gotinên xwe destnîşan kir ku êrîşa xwendekaran li ser Hêlîna sîxoriyê ya Amerîkayê (balyozxaneya berê ya Amerîkayê li Têhranê) tam beraqilê û di cih da bû.
Associated Pressê jî tevî ragihandina gotinên Ayetullah Xamineyî ragihand: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand ku girîng nîne ku kî li hilbijartina Amerîkayê bi ser keve.
Rojnameya libnanî ya El-Neharê jî bi tamî gotinên Hezretê ayetullah Xamineyî wergerandin û ev hevoka Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku got: "Îranê dê teslîmî zextên Amerîkayê nebin" kir sernavê nûçeya xwe.
Kanala Libnanî ya El-Minarê jî bi tamî gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wergerandin û nivîsî: Îran tevî boykotên Amerîkayê û pirsgirêkên pêkhatî, têkoşîna xwe digel istikbara cîhanê dê bidomîne û dê teslîm nebe.
Medyayên libnanî yên El-neşre, El-Ehd, LBCA û El-meyadînê jî piştî weşandina hin beşên axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tîtreke wek sernavê "Guhertina navan li hjilbijartina serokomartiya Amerîkayê bo me ne girîng e" bijartin.
Malpera imaratî ya "Eram Newsê" jî piştî wergernadina kurteyek ji gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî ku "Siyaseta Îranê derheqê Amerîkayê bêyî berçavgirtina vêya ku kî dê di hilbijartina serokomartiya vî welatî da bi ser keve, naguhere."
Kanala TRT û ajansa Anatoliyê ya Tirkiyê jî bi rêzê gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê "Siyaseta neguhêr a Îranê derheqê Amerîkayê" û "Rûbirûbûna tund digel têrorîstan di rewşa nêzikbûna li sînorên Îranê" destnîşan kirin.
Ajansa rûşî ya Sputnikê jî tevî amajeya bi gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê bêrêziya serokomarê Fransayê li saheta pîroz a pêxemberê Îslamê (S) , her wiha siyaseta pêşerojê ya Îranê derheqê Amerîkayê, nivîsî: Ayetullah Xamineyî helwêstên Fransayê yên idjî Îslamê û "Piştevaniya paş perde ji kiryarên djûnbar li dijî Pêxemberê Îslamê şermezar kir û Amerîka şibihand Firewna Misirê."
Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha li medyayên welatên din bi awayekî berfireh deng vedan.