Nîsan 04, 2019 12:06 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî: Karê sereke jinûveavakirina kavilkarîyên  lehîyê ye

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê hezretê Ayetullah Xaminêyî duh di salrroja pîroz a Cejna Mebesê di hevdîtina digel berpirsên welêt, sefîrên welatên misilman û komeke çîn û qatên gel pêgirî ser du mijarên girîng a yekem erkdarîya himberî bûyera lehîya vê dawîyê û ya duyem dewama berxwedana himberî taxûtan wekî yek ji armancên girîng ên bêiseta pêxemberan kir.

Rêberê giranqdir ê Inqilaba Islamî di ravekirina van du mijarana da di destpêka xeberdana xwe de amajeyî bûyera lehîya vê dawîyê li hin parêzgehên welêt û pirsgirêkên ji ber wê û herwiha xisarên vê belayê kir û pêgirî kir ku hela gellek kar jibo kêmkirina derdên gelê mexdûrê lehîyê mane bên kirinê û dîyar kir: Min ji berpirsan re pêgirî kirîye ku karê sereke jinûveavakirina kavilkarîyan û cebirandina xisara ji ber lehîyê ye ku divê ew xisar û zîyan bên cebirandin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî di dewamê de amajeyî mijara Mebesê kir û rabûna pêxemberan di civakên curbicur de rabûneke mezin û hereketeke berfire ser bingeha ``tewhîd û bendetîyê`` û ``dûrketina ji xeyrî Xwedê`` bi nav kir û pêgirî kir: Taxût di ratîyê de rêz û bereya li himberî hereketa tewhîdî ye ku mînakên roja îro yên wê Serokomarên Amerîkayê û hin welatên din in.

Rêberê giranqdir ê Inqilaba Islamî amajeyî hin nêrînan kir ku ligorî wan armanca Islamê jinavbirina şêrr e û dîyar kir: Di Islamê de şerr heye lê mijara girîng armanca wî şerî ye çinku bereya taxût hertim jibo berfirekirina fesadê û desthilatxwazî û meremên kirêt û pîs şer bi rê xistîye ku ew şera kirêt û rexzîl e lê sekinîna himberî taxûtan hêjayî pesindanê ye. Lewma rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî got: Zorbêjî û êrişên bi salan ên Rêjîma Sîyonîst, mînakên berbiçav ên şerûtîyên taxûtan û sekinîna têkoşerane ya filistînîyan û Hizbullaha Libnanê û herwiha berevanîya heşt salan a gelê Îranê mînaka berbiçav a têkoşîna di rêya Xwedê da ne.

Ligorî vê nêrînê gotinên rêberê giranqedir ê Inqilabê zelal in. Wî sekinîna himberî hev a Tewhîd û taxûtê babeteke bêveger zanî û ev rastîya careka din bibîr xist ku bereya taxûtê dijî esas û nasnama hereketa tehwîdî ye û Amerîka û xulamên vî welatî yên wekî binemala Seûdî, bi tiştekî kêmtir ji destkişandina ji hereketa di rêya Tewhîdê da razî nabin.

Lewma divê bê gotin ku roja îro cîhana Islamê gellekî hewcedarê hişyarbûna himberî fêlbazîyên zorbêjên navnetewî ye û nabe ku di warê naskirina dijmin êsereke de ku bereya zorbêjên cîhanî û şebekeya cinayetkar a Sîyonîsmê ye şaşitîyê bike. Jibo vê yekê hema ev yeka têrê dike ku mirov carekê li gelê mezlûm ê Filistînê binêre ku bi dehan sal e her roj dikeve ber cinayetên Rêjîma Sîyonîst û piştgirên wê. Wê demê ye ku mirov dikare rûyê rastî yê serkêşên pergala serdest û bereya taxûtê nîşanî her kesî bide.

Pergala Komara Islamî bereya dijminan baş û durist nas dike û himberî bereya zorbêjan di hemî waran de ji şerê heştsalî yê rêjîma Beis a Seddam sepandî bigire heta berxwedana himberî komployên Amerîkayê û têkoşîna dijî têrorîsma DAIŞ`ê li navçê bi caran nîşan daye ku jibo domandina vê rêyê micidd e.

Helbet zorbêjên cîhanê û di serê wan de Amerîkaya cinayetkar di hemî salên piştî serketina Inqilaba Islamî de jer karek kirin jibo ku derbê li Îranê bidin lê wan hewildan û komployan nekarîne pêşîya gelê Îranê bigirin. Bê guman gelê Îranê tevî boykot û berbendan dikare ji dijwarîyan derbas be û dikare rêya xwe bi awayekî dilnîya bidomîne û bê guman yê himberî dijminan yanî Amerîkayê û dûvikên wî ser keve.