Adar 27, 2019 19:19 Asia/Tehran
  •  Trump û bifermînaskirina serweriya Îsraîlê ser Golana Sûriyê

Rejîma Siyonîstî ya Îsraîlê azmûn û pêşîneyeke dûr û dirêj li warê êriş û dagirkirina erdên welatên navçê heye. Vê rejîmê bilindahiyên Golanê li şerê 6 rojî yê li dijî ereban li Hezîrana 1967`an dagir kir.

 Parlemana vê rejîmê li kanûna 1981`an bi mehna garantîkirin û xurtkirina ewlehiya sînorên xwe û berfirehkirina çêkirina bajarokan li pêşnumayekê,  xistina vê navçê ser erdên dagîrkirî yên Filistînê ku navê Îsraîl lê kiriye, pejirand.

 Pêşnumaya ku tu carî  ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û civaka cîhanî ve nehat piştrastkirin.  Ev kiryara tam li dijî qanûnên navneteweyî û her wiha li dijî bairyarnama  242`an a  Konseya  ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye ku eşkere, Golanê wek navçên dagirbûyî dide zanîn û daxwaza paşdevekişyana  Îsraîlê ji wê û radestkirina wê bo Sûriyê dike.

Konseya Ewlehiya Navneteweyî her wiha bi dayîna  biryarnama 497`an li kanûna 1981`an dagirkirina bilindahiyên Golanê ji aliyê Îsraîlê şermezar kir û xwest bila Golanê bide xwediyê wê yê rastîn anku Sûriyê. Vê konseyê herwiha ragihand ku biryara Îsraîlê derheq hakimiyet û cihanîna qanûnên xwe li bilindahiyên Golana dagirbûyî pûç û bê hitbar  û neqanûnî li asta navneteweyî ye.

 Donald Trump serokomarê Emerîkayê li çarçoveya cihanîna biryara xwe bona bifermînaskirina hakimiyeta Îsraîlê ser bilindahiyên Golanê ku pêştir rastî gelek bertekan hatibû, serê axir roja duşemiyê 25 Adarê bi îmzekirina  fermanekê, ew cih anî. Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê hevgavê îmzekirina vê fermanê ragahnd: Telavîv dê tu carî dev ji beşa dagirbûyî ya Golanê li şerê şeş rojî bernede.

 Ev kirayra Trump ku tam li dijî mafên navneteweyî û biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yelbûyî li bara Golanê ye; di çarçova piştgiriya bê şert a Waşengtonê ji Telavîvê de cih hatiye û nîşan dide dewleta Trump tam di bin bandora siyonîstan e.

 Kiryara vê dawiyê ya Trump piştî wê cih tê ku  dewleta Trump li 14 Gulana 2018`an balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê guhest Qudsa dagirbûyî. Guhestina balyozxanê jî rastî dijberiyên berfireh li asta cîhanê hat.

 Sûriye li yekim berteka li hember îzmekirina fermana bi fermînaskirina hakimiyeta Îsraîlê ser Golanê ji aliyê serokomarê Emerîkayê , ew şermezar kir û ew wek nihêrînek bona  destdirêjiya eşkere li hakimiyeta Sûriyê bi nav kir.

Xala giring eva ye ku hemî qawetên navneteweyî ji wan Rûsiye, Çîn û heya Yekitiya Ewrûpayê ku şirîkê Emerîkayê tê hesabê, ne tenê hakimiyeta Rejîma  Siyonîstî ser Golanê bi fermî nas nake belkî daxwaza cihanîna birayrnamên  Konseya Ewlehiyê ya NY li vê barê û vegerandina Golanê bo Sûriyê dikin.