Teqezkirina Îranê ser pêwîstiya kutakirina bi zûtirkê ya şer û xwînrêjiya li Yemenê
Çar sal ser destdirêjî û şerekî bêencam li dijî Gelê Yemenê derbas dibin.
Ev şera li halekê derbasî pêncemîn sala xwe dibe ku li gorî gotina rayedar û rêxistinên navneteweyî, zêde ji 24 milyon yemenî hevcedarê alîkariyê ne û zêde ji 15 milyon kes jî rastî bedxawrekiyê hatine û bi milyonan zarok jî ketine ber xela û birçîtiyê ku hemî ne ji ber qeyranê û belayên xwezayî û cuxrafiyayî, ku ji ber şêr û dewama 4 salî ya wê û bêdengî û sersariya civaka navneteweyî pêk hatine.
Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li salroja destpêbûna destdirêjiya hêzên hevalbendiyê bi serokatiya Erebistana siûdî ser Yemenê, bal kişand ser vê rastiyên tal û destdirêjiya eşkere ser erdê Yemenê şermezar kir û daxwaza kutabûna bi zûtirkê ya şer û xwînrêjiyê li welatê hanê kir.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa dermanan aniye.
Rejîma Siûdî bi xewn û xeyala serdestiya ser Yemenê û parvekirina vî şerê newehev hat lê tevî çavrêtiyên ku hebûn, rastî işkestên li dû hev û xisarên giran li hember hêzên artêşê û komîteyên gelanî hatiye.
Kovara emerîkî ya Hîlê li şiroveyekê li bara pêvajoya alûgurên Yemenê dinvîse: Erebistan li Yemenê astneg bûye. Rasitî eva ye ku Erebistan ji babet eskerî ve li vî welatî rastî pirsgirêkê hatiye û tenê riya derketina Erebistanê ji qopiya Yemenê rawestandina şerê li dijî Yemenê ye.
Plana çar xalî ku Îran li Nîsana 2015`an bo çareserkirina qeyrana Yemenê raber kir yek ji van riyan e ku dikare dawiyê bide vê destdirêjiyê. Plana Îranê li gor çar unsurên sereke ji wan: Devberdana ji dijminatiyê û agirbesa demlidest, şandina alîkariyên mirovheziyê, destpêbûna gotûbêjên siyasî navbera hemî aliyên yemenî û damezrandina dewleta giştalî ya neteweyî hat raberkirin.
Heya niha çend caran bona kutakirina şerê Yemenê hin liv û tevger cih hatine. Ji wan hewldanan muzakirên komên yemenî li Stokholma Swedê ye ku kanûna 2018` an bi beşdariya aliyên yemenî hat lidarxistin.
Ev muzakire bi hevhatina seretayî ya damezrandina agirbesê li bendera Hudeydê û veguhartina hêsîran, navbera her du aliyan, vekirina hêla hewayî bo şandina derman, xwarek û hevcetiyên giştî ya gel kuta bû lê ev hevhatin bi caran ji aliyê Erebistanê binpê kiriye.
Kutabûna şêr li Yemenê bê guman hevceyî bi viyana cîhanî bi taybet ji aliyê welatên rojavayî bona rawestandina kiryarên neînsanî yên Erebistanê li Yemenê ye.
Komara Îslamî ya Îranê bawerî bi rêçareya siyasî bona kutakirina şêr li Yemenê ye.
Li ser vê esasê, Wezareta karên derve ya Îranê li daxûyaniyekê cardinê bi piştgiriya ji hevhatinên Stokholm, ji welatên bi bandor li qeyrana Yemenê dixweze rewşê bo cihanîna tam a hevhatinên cih hatî xweş bikin.
Komara Îslamî ya Îranê hêvî dike ku cihanîna tam a hevhatinên Stokholmê, bi piştgiriya civaka cîhanî bibe sedema kêmbûna derd û êşa gelê Yemenê bi taybet zarok û jinên vî welatî û bibe pêngava ewil bo çareserkirina qeyrana Yemenê.