Hewildana Amerîkayê ji bo nehîştina şerma peywendîya Israyîlê û welatên Ereb li civîna Werşoyê
Amerîka ku derbarê işkesta helwesta xwe ya dijî Îranê di civîna Werşoyê de dilnîya bibû, hewil da herîkêm bi bikaranîna welatên Ereb, berjewendîyên Israyîlê di civîna Werşoyê de bişopîne.
Biryar bû ku civîna durojî ya Werşoyê, civîneke dijî Îranê be lê, ji ber pişkdarînekirina pirranîya welatên mezin û an pişkdarîya di asta nizim a hin welatan de Amerîka neçar ma ku destûrkara wê civînê veguherîne bo Aştî û Ewlehî li Rojhilata Navînê.
Di rastîyê da piştî işkesta helwesta Amerîkayê ya dijî Îranê di civîna Werşoyê da, Waşîngtonê asayîkirina peywendîyên welatên Ereb digel Israyîlê bi rêya pêkanîna zemîneya hevdîtina rayedarên Ereb û Serokwezîrê Israyîlê Bênyamîn Natanyahû şopand.
Di vê çarçovê Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Natanyahû ku di Cotmeha sala 2018`an de wekî yekem Serokwezîrê Israyîlê mideha 20 salên buhurî da li gorî gazîkirina Paşayê Omanê seredana vî welatî kiribû, li Werşoyê jî bi Wezîrê Karên Derve yê Omanê Yûsif Bin Elewî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Herwiha Wezîrê Karên Drve yê dewleta istêfakirî ya Yemenê Xalid Yemanî li rex Natanyahû dora maseyekê rûniştibû.
Mêdyayan basa hevdîtinên nihênî yên Natanyahû û rayedarên Ereb jî kirine, hevdîtinê ku ji tirsa berteka raya giştî ya cîhana islamê dûrî çavê kamêrayan pêk hatin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li gorî wan hevdîtinan ji bo ku nîşan bide civîna Werşoyê ne civîneke işkestxwarî bû, idia kir ku ew civîneke dîrokî bû ku têda serokên Israyîlê û welatên Ereb li odeyekê rûniştin û derbarê xetera Îranê wekî xetera hevpar gotûbêj kirin. Lê gotinên Pompeo li cîhana Ereban bi cureke din hatin nirxandin û pirranîya kesayetî û mêdyayên Ereb hevdîtinên aşkira û nihênî yên Natanyahû û rayedarên Ereb li Werşoyê, hewildanek ji bo şopandina Plana Danuistandina Sedsalê û asayîkirina peywendîyên Israyîlê û welatên Ereb wesif kirin û derbarê berçavnegirtina mafên filistîyan de hişyarî dan.
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Qeterê Hemed Bin Casim Ceber Alê Sanî li rûpela xwe ya Twwiterê bi ragihandina vê yekê ku civîna Werşoyê dijî mafên filistînîyan bû, di vî warî da nivîsî: Merasima nîşankirinê berê hatibû lidarxistinê û dawet jî li Werşoyê hat kirinê û pişkdarên wê an şehed û an kesên gazîkirî bû cejnê bûn. Ebdullah Senawî jî di analîza xwe da ku li rojnama Al Shorûqê ya Misrê weşand, nivîsî: Amerîkayê bi idiaya berbelavkirina aştî û ewlehî li Rojhilata Navînê civînek li Werşoyê lidar xistîye taku di pêngava yekem da bikare xeleka boykotên aborî û sîyasî ya ser Îranê da sepandîye berfire bike û paşê bi awayekî zorbêjane Danuistandina Sedsalê li Rojhilata Navînê pêşde bibe.
Dewleta Trump mideha 2 salên buhurî da çend caran hewil da ku Danuistandina Sedsalê bi awayekî fermî bide nasandinê lê, neyarîyên berfire yên raya giştî li cîhana islamê û herwiha nakokîya aşkira ya di navbera welatên Ereb derbarê vê planê da, bûn sebeb ku Qesra Sipî Danuistandina Sedsalê bi awayekî fermî ranegihîne. Civînên wekî yên Werşoyê ku di wan de hin rayedarên Ereb bi Serokwezîr an rayedarên din israyîlî ra hevdîtin û gotûbêjê pêk tînin, hwildanek in ji bo rakirina şerma ji ber hevdîtinê bi vî rengî.
Lê mirov dikare bêje ku Amerîkayê heta di warê şopandina armanca xwe ya dijî Filistînê di civîna Werşoyê de jî tiştek bi dest nexistîye ji ber ku kesên ku bi Natanyahû re li Werşoyê hevdîtin pêk anîne, berî vîya jî bi wî ra hevdîtin pêk anîbûn û kesayetîyekî nû bi Serokwezîrê Israyîlê ra hevdîtin pêk neanîye û ji hêla din ve welatên wekî Urdin, Iraq û Lubnanê jî bi awayekî aşkira ragihandibûn ku di civînekê da ku berjewendîyên Israyîlê bên dabînkirinê, pişkdar nabin.