Tenêmayîna Amerîkayê di mijara Rêketinama Atomî de, Ewropî li rex Îranê ne
Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Tenêmayîna Amerîkayê di hîç warekî wek ya Rêketinama Atomî de aşkira nebûye.
Zerîf şeva buhurî li Bernama Gotûbêja Taybet a Kanala 2 a televîzyona Îranê got: Wer xûya dike ewropî tenê ji ber xatirê Îranê piştgirîyê nadin Rêketinama Atomî û giheştine vê encamê ku ne ya qebûlkirinê ye ku kesek li gorî berjewendîyên xwe yên şexsî ji bo dinyayê biryarê bide. Wezîrê Karên Derve yê Îranê di eynî demî de bi gotina vîya ku cîgeha Donald Trump serokomarê Amerîkayê derbarê Rêketinama Atomî de lawaz e, ragihand: Ewropî divê ji bo parastina Rêketinama Atomî berdêlê bidin.
Wî got ku divê ewropî li hemberî Amerîkayê rawestin û hewildana ewropîyan ji bo parastina Rêketinama Atomî erênî ye lê têrê nake.
Bi dû vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî, sozdarîya sîyasî ya ewropîyan ji bo parastina vê rêketinama navnetewî di asta qebûlkirinê de ye lê li piratîkê kiryarên wan razîkir nînin. Nehîştina şik û gumana şîrketên ewropî ji bo dewama hevkarîya digel Îranê hevgavê imkana vegera boykotên Amerîkayê , danîna peywendîyên bankî û firotina nifta Îranê sê pêngavên girîng in ku Rêketinama Atomî ya digel Ewropîyan sax radigirin.Parastina Rêketinama Atomî bi wateya serxwebûna ewropîyan di asta cîhanî de ye, pêngavên ku ew radikin û berdêlên ku ew li hemberî sûdwergirtina Îranê ji berjewendîyên Rêketinama Atomî didin, asta aktorîya wan a derveyî vîyana sîyasî ya Amerîkayê nîşan dide. Dewama Rêketinama Atomî ewqasî ji bo dîplomasîya cîhanê girîng e ku Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê yekşema buhurî li hevdîtina digel Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li rex civîna serokên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Oktaoya Qazaqistanê, Rêketinama Atomî rêketinameyeke navnetewî û girîng zanî û got: Parastin û qahîmkirina Rêketinama Atomî ji hêla hemî wajokirên wan ve piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji wê pêwîst e.
Kiryarên Donald Trump serokomarê Amerîkayê yên dijî Rêketinama Atomî, vekişîna vî welatî ji Peymana Av û Hewayê ya Parîsê, birêxistina şerê ticarî û boykotên dijî welatên din ji wan Rûsîye û Tirkîyê bûn sebeb ku hevdengîyeke navnetewî li hemberî Waşîngtonê pêk were. Helwest û biryarên roja îro yên ûrisan, tirkan û çînîyan û hin welatên ewropî nîşanên qebûlnekirina helwesta yekalîtîya Trump in. Ji bilî vê yekê li nav Amerîkayê jî dengê neyarîya li hemberî Trump tê bihîstinê û van yekana tenêmîayîna Amerîkayê di mijara Rêketinama Atomî ya digel Îranê de aşkiratir kirine.
Jack Reed sênatorê amerîkî duh bi gotina vîya ku idî hevgirtina cîhanî li dijî Îranê tineye, mukur hat: Amerîka ji Rêketinama Atomî vekişîya, li halekî ku idî cîhaneke hevgirtî û li dijî Îranê li rex xwe nabîne û hevgirtîyên xwe yên ewropî jî ji dest dane.
Peter Altmaier wezîrê aborîyê yê Almanê jî sîyasetên serokomarê Amerîkayê rexne kirin û ragihand: Berlîn û hevgirtîyên wê dê piştgirîya ji şîrketên almanî yên bi Îranê re hevkarîyê dikin, tevî zextên Waşîngtonê bidomînin. Ewropa li hemberî zextên Amerîkayê yên derbarê Îranê de teslîm nabe.
Van rojana hevgavê hestyarbûna Îranê derbarê dema cihanîna pêngavên piratîkî yên ewropîyan bi armanca parastina berjewendîyên aborîyê yên Îranê ji Rêketinama Atomî, helwestên dijî Amerîkayê yên ewropîyan zêde bûne. Ewropî divê pêngavên wisan rakin ku sîyaseta Amerîkayê ya girtina pêşîya firotina nifta Îranê û ticareta digel vî welatî serê xwe negire. Di vê çarçovê de qanûna asêkirina boykotên Amerîkayê ji hêla YE`yê va hatîye birojkirin û cihanînê û şîrketên ewropî ji bo domandina sermîyanguzarîya li Îraên hatine teşwîqkirinê. Eva sozdarîya sîyasî ya tam a ewropîyan têkildarî Rêketinama Atomî ya digel Îranê nîşan dide û hema ev yeka tê çaverêkirinê lê eva ku ev qanûn dê heta çi astekê bikare ji boykotên Amerîkayê û gef û cezadayînên Trump derbas bibe maye ser wan berdêlana ku ewropî divê ji bo parastina cîgeha xwe bi armanca dewama vê rêketinama navnetewî bidin.