Sûriyê li bara komployên hukimdarên ereb hin mijar eşkere kirin
Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê raghand: Hin welatên erebî zêde ji 137 milyar dular alîkariya terorîstan kirin da ku vî welatî ji nav bibin.
Eşkerekirinên curbicur li bara rasitiyên qeyrana Sûriyê zêdetir ji berê, raya giştî ber vê rastiyê ve kişandiye ku ev qeyrana encama mudaxile û fitnexwaziyên welatên rojavayî û hin dewletên erebî bûye.
Mudaxilên kavilkir ên biyaniyan bi serkirdetiya Emerîka û hevdestiya Erebistanê û hin welatên erebî ên navçê li Sûriyê bû sedem ku alugurên vî welatî dewsa ku li pêvajoyeke hevkariya kêrhatî navbera dewlet û gel û li çarçoveya reformên siyasî bê şopandin, bikeve nava şerekî giran.Piştî derketina hin nerazîbûnên Sûriyê ji pêvajoya xwe ya bi aşitî ji riya şandina komên terorîstî û piştgiriya giştalî ji wan, li 7 salên buhurî ev welata rastî qeyranê hatiye.
Sercem komploya li dijî Sûriyê divê li çarçoveya mudaxilên biyaniyan li vî welatî bona parvekirin û lawazkirina wlatên navçê binirxînin. Eva li halekê ye ku hin dewletên erebî yên mîna Eeebistanê bona şopandina planên bi xerez ên Emerîkayê li navçê piştgiriya aborî û eskerî didin wan.
Rojnama brîtanyayî ya Endependent`ê midehek berî niha hin belge weşandin ku nîşana piştgiriya çek û sîlehî ya berfireh a Erebistana Siûdî ji komên terorîstî li Sûriyê ye. Belgeyên ku Endependentê weşandine, nîşan didin ku Erebistana siûdî hin çek ji Sirbistan, Bulqaristan û Emerîkayê kirîne û dane komên terorîstî ji wan DAIŞ`ê li Sûriyê.
Robert Fîsk, nûçegîhanê Endependent destnîşan kir ku belgeyên kirîna çek û sîlehan û şandina wan bo komên terorîstî ji meqerên kavilbûyî yên terorîstan li Sûriyê hatine dest.
Erebistan û hin hukimdarên erebî yên mîna Îmaratê tev dewletên rojavayî û Rejîma Siyonîstî li pişt perdeya komployên li dijî dewleta qanûnî ya Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed de ne.
Bi vî awayî piştî mudaxile û fitneyên dewletên rojavayî bi taybet Emerîka û hin rayedarên ereb, Sûriye ji sala 2011`an li rawestana li ber terorîzma ji derve hatî, rastî qeyrana kûr a navxweyî hatiye.
Lê gel û dewleta gelanî ya Esed bi yekitî û piştgiriya hêzên berxwedanê li navçê bi sekinîna li hember komployan, plana dijminan jbo serdestiya ser Sûriyê bêencam hiştine.