Pûtîn: Parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê gellekî girîng e
Vladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê pêgirî kir ku vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê yek ji kiryarên şaş ên dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê bû û parastina vê rêketinamê piştî vekişîna Waşîngtonê zef girîng e.
Pûtîn got ku niha parastina vê rêketinamê û girtina pêşîya berfirekirina gêreyên nayên kontrolkirinê li Rojhilata Navînê gellekî girîng e.
Vladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê piştî hevdîtina digel Donald Trump serkomarê Amerîkayê nêrînên xwe bi aşkirayî têkildarî meseleyên navnetewî ji wan Rêketinama Atomî hilêxistin û bi zelalî li dijî helwestên Amerîkayê yên têkildarî Rêketinama Atomî derket.
Rûsîye ``gotûbêjê`` rêya herî baş ji bo çareserkirina qeyranan dizane û ser vê bawerê ye ku gellek pirsgirêkên navnetewî bi rêya gotûbêjê tên çareserkirinê.
Serokomarê Rûsîyê parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê ji bo dabînkirina aramîya herêma Rojhilata Navînê û girtina pêşîya kiryarên neyênkontrolkirinê li vê navçê pêwîst dizane. Rûsîyê bi caran biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê rexne kirîye û ragihandîye k udivê Amerîka pêrgî dûhatên wê bibe ne Îran û civaka navnetewî.
Rûsîyê bi nîşanadayîna helwestê di vî warî de pêngav jî rakirîye û li seredana vê dawîyê ya rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bo Moskowê, Ûrsêtê soza peymaneke 50 milyard dolarî da. Pûtîn ne tenê bi helwestên sîyasî belkî li danuistandinên ticarî jî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî rexne kirîye. Ji hêla din ve YE`yê jî bi dû dayîna garantîyan bo Îranê ye ta ku ji bo domandina sozdarîya xwe li Rêketinama Atomî han bide.
Rûsîye û civaka navnetewî bi awayekî cidî bi dû parastina Rêketinama Atomî ne û pêgirîyê dikin ku li kiryarên dijî Îranê dê hevrêtîya Amerîkayê nekin. Rêketinama Atomî ji bo civaka navnetewî binirxtir ji rêçareyek ji bo meseleya hestyar (bernama atomî ya Îranê) ye. Ev rêketinama navnetewî sembola serketina çanda gotûbêjên sîyasî li hemberî rêçareya leşkerî ye ku divê bibe mînakek ji bo qeyranên sîyasî di hemî serdeman de.
Christian Viperford yek ji çavdêrên Konseya Peywendîyên Derve ya Almanê dibêje: Amerîka ji Peymana Av û Hewayê ya Parîsê jî vekişîyaye lê welatên din hela jî sozdarê wê ne. Waşîngtonê bi vî awayî xwe tenê hîştîye, ev yeka dikare têkildarî Rêketinama Atomî jî biqewime.
Rûsîye, Çînê û Hind heta niha bi aşkirayî li hemberî Amerîkayê sekinîne û ragihandine ku bi wêdadayîna diravê dolar ticareta bi rêya diravê netewî yê xwe ticareta digel Îranê didomînin. Parastina Rêketinama Atomî ji bo YE`yê û welatên navbirî bûye ewlewîyeta sereke. Amerîka bi vê hegerê ku welatên din nebûn hevrêyê wê û ji ber sekinîna dewletên curbicur li hemberî helwestên neberaqil ên Donald Trump, netenê nagihêje armanca xwe ya têkildarî Îranê belkî yê li dinyayê zêdetir tenê bimîne.