Sefera Ebadî bo Herêma Kurdistana Iraqê, zêdekirina liv û tevegrên hilbijartinê li Iraqê
Li halekê ku tenê 17 roj bo lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên Iraqê maye, Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî û serokê lîsteya hilbijartinê ya El-Nesrê îro, 25 Nîsanê sefera Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê kir.
Îbrahîm Reşîd, berdevkê hevalbendiya El-Nesrê li Silêmaniyê diyar kir: Heyder Ebadî, serokê vê hevalbendiyê îro li Silêmaniyê dê axiftina propagendeyî bike û pişt re dê sefera Hewlêr û Dihokê bike.
Biryar e çaremîn hilbijartina parlemanî ya Iraqê roja 12 Gulanê were li dar xistin. Yek ji hegerên herî giring ên giringiya vê hilbijartinê eva ye ku hevrikîtirîn hilbijartina Iraqê tê hesbê. Berûvajiya hilbijartinên sala 2014` an nikarin li hilbijartinên Gulana 2018`an tu hevalbendiyekê pêştir serketî bizanin.Şêwaza propagendeya hevalbendiyan jî bi curekê nîşana şîdeta hevrikiyan li vê dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê ye.
Li halekê ku li sê hilbijartinên buhurî propagendeya hevalbendiyên ser bi suniyan û şîeyan li Herêma Kurdistana Iraqê kêmreng bû. Niha bi taybet Heyder Ebadî, serokê hevalbndiya El-Nesrê ser bidestxistina dengan li Herêma Kurdistsna vî welatî sekiniye.
Ev kiryara Heyder Ebadî hegerên curbicur heye. Ji wan hegeran eva ye ku du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê yanê partiya Demokrat û Yekitiya Niştimanî berûvajiya sê hilbijartinên derbasbûyî, rewşeke pêkan ji bo beşadriya li hilbijartinên 2018`an tine ne.
Semed Himetî, karzanê meselên Rojhilata Navîn li vê barê bawer e ku bi giştî li navça Kurdistanê, atmosfera hilbiajrtinê pêka dewreyên derbasbûyî sartir e.
Herêma Kurdistana Iarqê kontrola navçê kêşe li ser ji dest daye û kontrola van navçana ketiye destê dewleta navendî ya Bexadyê li halekê ku li hilbijartinên buhurî, komên kurdî li navçên kêşe li ser hêza manowrê ya zêde hebûn, ji aliyê dine ve jî kurdan piştî ezmûna sernektî ya giştpirsiya cidabûan ji Iraqê, postên giring li nijyara qaweta Iarqê ji dest dan ku serokatiya erkantiya giştî ya Iraqê yek ji van postên giring e. Ev bûyerrexneyên li dijî partiya Demokrat, partiya herî giring û sereke ku beşa sereke ya qawetê li Herêma Kurdistanê heye, zêde kiriye û di eynî demê de bûye sedema sarbûna atmosfera hilbiajrtinê li vê navçeyê.
Ji ber vê rewşê, Heyder Ebadî, serokê hevalbendiya Nesrê ser bidestxistina dengên Herêma Kurdistanêû navçên kêşe li ser sekiniye û heya hin nûçeyên ne fermî li bara nêzîkbûna hevalbendiya El-Nesrê tev partiya Demokrata Herêam Kurdistana Iraqê heye. Loma sefera Ebadî bo Herêam Kurdistanê dikarin yek ji liv û tevegrên herî giring ên hilbijartinê li Iraqê bidin zanîn.