Nîsan 20, 2018 17:00 Asia/Tehran
  • Sersariya li hember Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî, talûkeyek ji bo aşitiya cîhanî

Nunerê Îranê li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî got: Tenê piştî weşandina rapor û lêkolînên vê saziya berpirsiyar, îmkana qezaweta li baraxebitandian çekên kîmaywî heye.

 Elîriza Cehangîrî, roja pênşemiyê li civîna awarte ya Konseya cihanînê ya Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Lahê destnîaşn kir: Cihanîna erkên  Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî wek tenê saziya hêja û salih ji bo lêkolîna li bara  xebitandina  madên kîmaywî li operasyonên  curbicur ji wan li warê birînadbûna du welatiyên rûsî li Salzbiriya Brîtanyayê pêwîst e.

 Nûnerê Îranê li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî destnîşan kir: Ev rêxistina  teknîkî û pisporiyê li karûbarên  çavdêrî û  ceribandina  rastiyan nabe bikeve  ber bayê  armancên  siyasî  yên hin welatên  endam.

Civîna  awarte ya Konseya  cihanînê ya Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî ger çi li bara  jardarkirina  du welatiyên rûsî li Brîtanyayê hat lidarxistin, lê babetên din jî hene ku  nîşan didin beriya tevlîbûan vê rêxistinê li mijara  îdiaya  xebitandina çekên kîmaywî, aramncên siyasî pêştir  ji lêkolîna  xweser hatiye berçavgirtin. Li pêvajoya  du babetên îdiaya xebiatndina çekên kîmaywî  li qeyrana Sûriyê, beriya ku Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî tevlî meselê bibe, hêzên biyanî bernama xwe ya siyasî li bara van cure êrişên  îdiayî şopandin, beriya ku  li bendê bimînin ku Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî wek saziyeke  salih, rapora xwe li bara êrişên îdiayî biweşîne.

armanca  Hellahellaya  beriya  ku babetên  xebitandina  madên kîmyawîbi awayekî hûr û kûr û bi karzanî bên hilkolandin,  tenê şopandina  siyaseta yekalîxwaziyê ye  ku ev siyaseta xeterke cidî li hember aşitî û ewlehiya cîhanî ye. Mesela Dûmaya  Sûriyê û tawanbarkirina dewleta Şamê li bara xebitandina  madên kîmyawî li vê navçê, bêyî tevlîbûna Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî nava vê meselê,  siyasîbûna nihêrîna  Emerîka û hevpeymanên wê li êrişa mûşekî ser Sûriyê eşkere kir.

Ev êrişa di rewşekê de cih hat  ku dewleta Sûriyê daxwaz kiribû ku çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî sefera Dûmayê bikin û li bara îdiaya  welatên rojavayê lêkolînê bikin lê Emerîka û hevpeymanên wê bala xwe nedan ser vê meselê û her wiha êrişa mûeşkî ser hin armancan li Sûriyê li halekê cih hat ku terorîst li Dûmayê û li navça stratejîk a Xûteya  rojhilatê li derdora  Şamê işkest xwarin û Emerîka û hevpeymanên  wê li dû vê yekê bûn ku  bandorê ser serketina  artêşa Sûriyê bikin. Dema ku nihêrîneke wisa dibe bingeha siyaseta derve ya Emerîka, Brîtaya û Fransayê, felsefeya  hebûna Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî bo êrişkirên ser Sûriyê bê wate dibe. Hema li vê çarçoveyê, beriya êrişa Emerîka, Fransa û Brîtanyayê ser Sûriyê, Hêdêr Naort, berdevkê Wezareta Karên derve ya Emerîkayê li bersiva pirsekê li bara vê yekê ku  gelo Waşengton jibo dayîna biryara  li bara  kiryara li Sûriyê li benda  encamên lêkolînên çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî dimîne an na: got: Waşengton li vê barê pişta xwe bi lêzanînên xwe ve girê dide.

Lêzanînên Emerîkayê li ser êrişa îdiayî li Dûmaya Sûriyê li gor çavkaniyên  komên çekdar û terorîstî bû ku di riya işkestê de bûn û loma  Emerîkayê tev hevpeymanên xwe beriya ku çavdêrên Qedexetiya Çekên Kîmyawî, derbasî Dûmayê bibin, siba 14 Nîsanê qanûnên  navneteweyî binpê kirin û êriş kirin ser welatekî xweser û xwediyê hakimiyeta neteweyî. Li bara xebitandina çekên kîmyawî li Dûmaya  Sûriyê, gelek şik û  guman hebûn. Nûnerê Rûsiyê li Qedexetiya Çekên Kîmyawî,got: Plana  xebitandina  çekên kîmaywî li Dûmaya Sûriyê , ji aliyê serwîsên  ewlehiyê yên  Brîtanya û Emerîkayê bona  xalifandina  civaka navneteweyî û pînekirina  êrişa ser Sûriyê hat darêştin û cih hat.