Zerîf Amerîka hişyar, Heke Amerîka ji rêketinama navokî vekişe dê Trump poşman be
Wezîrê karên derve yê Îranê têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û vekişîna ihtimalî ya dewleta Amerîkayê ji vê rêkeitnamê got: Bê şik Îran li gorî berjewendîyên xwe kar dike û nav û derveyî rêketinama navokî gellek bijare ber destê Têhranê hene.
Mihemed Cewad Zerîf ku ji bo pişkdarîya li civîna pilebilind a `` aştîya mayinde`` çûye New Yrokê, dema giheşte vî şarî li koma nûçegihanan têkildarî vekişîna ihtimalî ya Amerîkayê ji rêketinama navokî got: Komara Islamî ya Îranê bê guman li gorî berjewendîyên xwe pêngavan radike û bê şik pêngava ku Îran dê rake û berteka civaka navnetewî li hemberî kiryara Amerîkayê, dê ji bo amerîkîyan gellekî nexweş û nebaş be.
Hevgavê nêzîkbûna dema biryardayîna dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê têkildarî erêkirin an derketina ji rêketinama navokî ya digel Îranê li gorî qanûna navxweyî ya Amerîkayê, hişyarîdayînên têkildarî vekişîna ihtimalî ya Amerîkayê ji rêketinama navokî ya digel Îranê û dûhatên wê zêde bûne. Trump gef kirîye ku heke sê welatên ewropî yên wajokirê rêketinama navokî ya digel Îranê vê rêketinamê serrast nekin, Amerîka di 12`ê Gulanê yê ji rêketinama navokî vekişe. Bob Krokêr serokê Komîta Peywendîyên Derve ya Sênaya Amerîkayê jî çend rojan berî niha got: Heke guhertinên cidî li rêketinama navokî ya digel Îranê pêk neyên, Trump dê ji wê rêketinamê vekişe. Hişyarîdayînên Trump û binpêkirina rêketinama navokî ji destpêka serokomarîya wî va hebûne û bûne sedem zîyan li vê rêketinama navnetewî bikeve, rêketinama ku Konseya Ewlehîyê ya NY ew erê kirîye. Amerîkayê gellek sozên xwe yên di çarçova rêektinama navokî da cih neanîne û bi derxistina astengîyan ser rêya ticareta bi Îranê re, sozên xwe yên qanûnî û erkên di çarçova rêketinama navokî da binpê kirine.
Hevgavê cidîbûna gefên Trump, Troyîkaya Ewropî ya pêkhatî ji Fransa, Alman û ingilîsê ku wajokirên rêketinama navokî ne hewil dide bi her rêyekê nehêle ku Trump ji rêketinama navokî vekişe. Van sê welatana ragihandine ku pêgirîyê li ser parastina rêketinama navokî ya digel Îranê dikin lê hevgavê vê yekê di çarçova sîyaseta sepandinê da pêngavan radikin, sîyaseta hevgavê sîyaseta Trump. Hewildana ji bo sepandina boykotên nû yên Ewropayê ser Îranê da, di vê çarçovê da ye û ew boykotana rola navçeyî û bernama mûşekî ya Îranê digirin ber xwe û cureke parvekirina karan bi Amerîkayê re nîşan didin.
Helwesta amerîkî û ewropayî li hemberî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nîşan dide ku tevî nakokîya di navbera wan têkildarî rêketinama navokî de, wan armanceke hevpar hene û ew jî dijwarkirina zexta ser Îranê û kontrolkirina nifûza Îranê li navçê û şîyana berevanî-mûşekî ya Têhranê ye. Komara Islamî ya Îranê wek welatekî serbixwe di her du warên hanê de, derveyî vîyana Ewropa û Amerîkayê kar dike û girêdayîyê nêrîn û sîyaseta wan nîne. Rola navçeyî ya Îranê pêşîya serêxwegirtina armancên zilhêzên bîyanî girtîye û di xizmeta aştî û ewlehîya navçê de bûye. Bernama mûşekî ya Îranê tam ji bo berevanî û pêşîlêgirtina li hemberî gefên dijmin e û ezmûna li 8 salên şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê da ji bo Têhranê isbat kir ku li qada berevanîyê divê serbixwe be. Li gorî vê helwesta zelal, her cure pêngava hevpar a Ewropa û Amerîkayê ya bi saya rêketinama navokî li hemberî nifûza navçeyî û herwiha bernama mûşekî ya Îranê, dê pêrgî berteka teqil a Têhranê bibe.
Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi vê idiayê ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê tenê berjewendîyên Komara Islamî ya Îranê dabîn dike, dixwaze ku xalên wê rêketinamê di çaçrova berjewendîyên Waşîngtonê de bên guhertinê lê, cîhan berovajî Trump dixwaze ku ev rêketinama bê parastinê.