Nîsan 01, 2018 19:07 Asia/Tehran
  •  Berxwedan û Întifaze, zirûfeke kêrhatî li hember dagirkeriya Îsraîlê

Elî Larîcanî, serokê Yekitiya meclisên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî, kiryara cinayetkarane û li dijî însanî yên Rejîma narewa û talankir a siyonîstî li dijî meşa bi aşitî ya gelê Filistînê li roja Erdê şermezarkir.

 Elî Larîcanî, serokê Yekitiya  meclisên  welatên  endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî, şemiyê şevê ji meclisên welatên Îslamî û cîhanê xwest ku bi berçavgirtina tidbîrên  pêdivî û şermezarkirina  siyonîstan piştgiriyê bidine mafên rewşa ên filistîniyan û nehêlin  siyonîstan qeyranên  nû  çê bikin.

Îran wek alîgirê rastîn  ên xelkê mezlûm ê Filistînê ji  mafên wan beervanî kiriye û bi her şêwazê xebitye cinayetên  Rejîma Siyonîstî ji raya giştî ya cîhanê re bide eşkerekirin. Gerra nû ay cinayetên  Rejîma Siyonîstî li dijî xelkê Filistînê bi siyaseta hin welatên  Îslamî û erebî ji wan Rejîma Siûdî û her wiha li saya piştgiriya  Emerîkayê destpê bûye.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi raghandina  Qudsê weke paytexta  Rejîam Sexte ya Îsraîlê, meydan jibo  cinayeta zêdetir a vê rejîmê  amade kiriye. Hevgav Rejîam siûdî bi siyaseta  lihevkirinê ku girtiye ber xwe, piştgiriya  ji maf û armanac filistînyan êdî  ewlewiyeta vê rejîmê nîne.

 Bernama karî ku van rojana  Muhemed Bin Selman , welîehdê siûdî li Emerîkayê, nîşana vê miajrê ye, hevdîtina  bi cianyetkarên  siyonîst li Emerîkayê,  mohra piştrastkirina  cinayetên Rejîma  Siyonsîtî ye ku li du rojên buhurî  li sînorên zîvala  Gazayê,  xelkê mezlûm ê Filistînê dikuje.

 Hema di vî warî de, Behram Qasimî, berdevkê  Wezareta karên derve ya Îranê roja şemiyê  got: Li halekê ku  Rejîma siyonîstî pêşîneyeke dirêj li warê dagirkirî, tevkujî û cinayetê heye, mixabin piştgiriyên  serokkomar û rayedarên Emerîkayê û hewldanên  bêşermane ên hin  rêberên  bêezmûn ên navçê ji bo pêkanîna  peywendiyan  eşkere û nepenî bi vê rejîmê,  dê bibe  sedema  rezîltîrbûna vê rejîmê.