Rewşengeriya Îranê, Emerîka, Fransa û Brîtanya, şirîkê sûça Rejîma Siûdî li Yemenê
Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, armanca pêla nû ya buxtanên ku Erebistana siûdî li warê şandina çek û sîlehan bo Yemenê , li Îranê kirine, xalifandina raya giştî ji ser cinayetên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li Yemenê da zanîn.
Xulamelî Xweşrû, pêncşemiyê şevê li nameyekê bo sekreterê giştî û serokê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, buxtanên Erebistanê, derheq rola Îranê li êrişa mûşekî ya Ensarullaha Yemenê bo Riyazê pûç da zanîn û got: Sê endamên dayim ên konseya Ewlehiyê ku piştgiriyê didine îdiayên Erebistanê li dijî Îranê, bi milyaran dular çekên bikuj difroşin Erebistanê û ev çek li dijî xelkê sivîl li Yemenê tên xebitandin.
Hema di vî warî de, Sibastiyen Nadot, endamê partiya Êmanoêl Mekron, serokkomarê Fransayê çend rojan berî niha li gotûbêja bi Reutersê re diyar kir: Ev meseleya di rojevê de ye ku çekên fransî yên bo Erebistanê hatine firotinê, li dijî xelkê sivîl ên yemenî hatine xebitandin.
Hevgavê şanoya siyasî û propagendeyî ya Muhemed Bin Selman, welîehdê Rejîma Siûdî li Emerîkayê, ev welata tev Fransa û Brîtanyayê bi awayekî hevpar bi ramanca garantîkirina bidestxistina dularên niftê yên siûdiyan, Îran bi desthebûna li êrişên vê dawiyê yên mûşekî yên tevgera Ensarullaha Yemenê bo Riyazê tawanbar kirin. Ev tevger li geftiya dawiyê ya Adara 2018`an navçên curbicure Erebistanê mûşekbaran kir.
Şerê Erebistana Siûdî li Yemenê ku derbasî çaremîn sala wxe bûye li berûlayên curbicur ji bo Riyazê xercên giran hebûye lê di pratîkê de li vî şerî neghêştiye ermancên xwe yên siyasî.
Kovara Timesê çapa Inglîzê vê dawiyê nivîsî: Xerca rojane ya şerê Yemenê bo Erebistanê, 200 milyon dular e, yanê li sê salên buhurî 2016 milyar dular xerc kiriye. Işkesta hevalbendiya siûdî li şerê Yemenê, dê wextekê xûya bibe ku tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê, tevî dorpêçkirina tam a vî welatî bi avêtina mûşekê ber bi armancên stratejîk li Erebistanê ji wan Riyazê rastê pirsgirêkan aniye.
Rola piştgiriya çek û sîlehî ya Emerîka, Brîtanya û Fransayê ji şerxwaziya Rejîam Siûdî li Yemenê, tenê jibo bidestxistina dirêv û firotina çekan bo vê rejîmê didome. Di vê navberê de, cinayetên Rejîam siûdî li Yemenê ku her ro berûlayên tezetir peyd dike, dilgiraniya dawakarên qaşo berevaniya ji mafê mirovan nîne û bi xwe şirkê sûça ERebistanê li Yemenê ne.
Lê Îran wek welatekî berpirsiyar hevgavê hewldana ji bo çareseriya siaysî ya qeyrana Yemenê li bara cinayetên hevalbendiya siûdî li Yemenê jibo raya giştî, rewşengerî kiriye. Hema ev nihrêîna kêrhatî ya Emerîka, Brîtanya û Fransayê xistiye liv û lebatê rev Rejîma Siûdî tawanên pûç li dijî Îarnê bi ramanca raya giştî ji cinayetan li Yemenê û karesata însanî li cîhanê xistin rojevê.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja pênşemiyê bal kişand ser vê yekê ku dubarekirina îdiaya şaş a şandina çek û sîlehan ji aliyê Îarnê bo Yemenê, tu guhertinek li viyana Îarnê bo rewşengeriya raya giştî ya cîhanê li bara şerê Erebistanê li Yemenê pêk nayne û got: Welatên derfiroşerê çek û sîlehan bo Erebistanê, êrişên balefirên cengê yên siûdî bo xelkê Yemenê, bervaniya ji xwe dizanin ji ber ku şerê Yemenê sûdekeke zêde gîandiye aboriya welatên derfiroşerê çek û sîlehan bo Erebistanê.
Piştgiriya ji Erebistanê li şerê Yemenê, tenê firotina çekên bikuj û qedxe nagre ber xwe û qonaxên curbicur digre ber xwe. Welatê ku van rojana bûye mazûvanê Muhemed Bin Selman. roleke serayî firotina çek û sîlehan bo Erebistanê li şerê Yemenê dilîze.