Seredana serokkomarê Îranê ji Işqabad û Bakûyê, seferek bi destkewtên siyasî û aborî,
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê çarşemiyê piştî nîvro piştî kutabûna sefera xwe ya Tirkemistanê, ji bo hevdîtienke fermî berê xwe da Bakûya Komara Azerbaycanê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, piştî wajokirina 8 belgeyên hevkariyê navbera Îran û Komara Azerbaycanê li Bakûyê li civîneke rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku Îran û Komara Azerbaycanê li deryaya Xezrê, berjewendiyên hevpar ên zav hene û diayr kir. Divê bi hevkariyên hevpar ên ilmî, aborî, teknîkî, ticarî, gemîvanî, masîgirtin û tûrîstî ji zirûfên deryaya Xezerê îstifadê bikin.
Îlham Elîof serokkomarê Azerbaycanê jî xebatên hevpar ên Îran û Azerbaycanê li projeyên mîna enerjîiyê li deryaya Xezerê û rêhesina Reşt Astarayê giring û bingehîn da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li hevdîtina par a tev Îlham Elî Of serokkomarê Azerbaycanê li Têhranê, 1 Mijdara 2017` an bal kişand ser têkiliyên kûr ên her du welatan û pêwîstiya zêdekirian hevkariyan û got: Îran û Komara Azerbaycanê, û got divê bi viyan û armanceke hîn zêdetir , peywendî û hevkariyên xwe li beşên curbicur berfireh bibin.
Berfirehkirina têkiliyên Îran û Komara Azerbaycanê li çarçoveya berjewendiyên neteweyî û navçeyî yên du welatan ji sê aliyan ve giring e.
- Xala ewil, kêrhatîbûna van peywendiyan ji bo welatên cînar ên bakurî ye.
- Xala dudiyan, giringiya van têkiliyan, teqezkirina ser hevkariya ji bo rawestana li ber pirsgirêkên ewlehiyê û rawestana li ber gefên terorîstî ye.
- Lê xala sisyan ji bo şirovekirina vê seferê, xurtkirina hevkariyên navçeyî li bara proja korîdora bakur-başûr e.
Ev projeya dibe sedema xurtbûna peywendiyên Îranê tev welatên derdora Qefqaza başûrî, peywendiyên ku ji bo parastina berjewendiyên gelên navçê û aşitî û ewlehiya komî ye.
Serokkomarê Îranê hema li vê çarçoveyê bal kişand ser vê yekê ku divê pirsgirêka Qerebaxê ji riya rêçare û gotûbêja siyasî çareser bibe û destnîşan kir: Viyan û îrada Îarnê peywendiya dostane ya dewletan û gelên Îarnê û Komara Azerbaycanê li çarçoveya berjewendiyên hevpar û berjewendiyên gelên navçê û cîahnê ye.
Wefa Qolîzade, analîozrê karûbarên siyasî yên Komara Azerbaycanê bal kişand ser têkiliyên baş navbear her du welatan û got ku bawer e pêşerojeke geş pêşberî peywendiyênanvbra Têhran û Bakûyê heye.
Sefera Serokkomarê Îranê bi Işqabad û Bakûyê li vê çarçoveyê bêguman bandorên erênî ser berfirehkirina têkiliyên aborî heye û bi wajokirina hevhatinên hevkarî û behre wergirtina ji projeyên hevpar, dê bi legînî bidome.
Efşar Sulêymanî, balyozê berê yê Îranê li Komara Azerbaycanê û lêkolê meselên navçê dibêje:
Dewletên her du welatan divê li bara hokarên ku têkiliyên du welata bi sînor diin hestyar bin û wan çareser bikin û her cure hokarên ku pêbaweriya dualî ji nav dibin ji holê rakin.
Hevgavê destkewtên aborî yên vê seferê, muzakire û şêwirînên siyasî yên serokkomarê Îranê li Işqabad û Bakûyê nîşan dide ku xurtkirina aşitî û ewlehiyê li anvçê bernama sereke ya van hevkariyan e.