Adar 28, 2018 18:40 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina welîehdê siûdî bi sekreterê giştî yê NY: dewama dîplomasiya dirêv

Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî duh berêvarê , 27 Adarê bi Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re li meqera vê rêxistinê li Niyoyorkê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Hevdîtina  welîehdê siûdî bi  Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re di dewama sefera Muhemed Bin Selman bo Emerîkayê cih hat. Bin Selman, sefera du hefteyî ya xwe bo Emerîkayê ji roja 20 Adarê destpê kir. Hevdîtina  duh a welîehdê siûdî û  sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, xwediyê çend xalên giring bû .

Yekim xal eva bû ku piştî derbasbûna 73 salan ser emrê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hîn jî ev rêxistina xweser nîne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li deheka 40`an  sedsala buhurî û li çarçoveya bîr û hizrên  lîberalîzmê hat damezrandin.

 Li gorî vê têzê,birêxistinbûn li peywendiyên  navneteweyî dibe sedema xurtbûna  hevkariyan navbera welatan û kêmbûna  şîdetê di asta cîhanî de. Li hember vê nihêrînê, nûrealîstên peywendiyên  navneteweyî ser vê bawerê bûn ku pergala cîhanî meydana siyaseta qawetê ye û birêxistinkirin ji wan damezrandina  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, zêde ji viya ku bibe sedema kêmbûna  şîdetê û zêdebûna  hevkariyê, dê bibe amûrek di xizmeta  qawetan û hêz û qawet heta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, jî jibo bidestxistina  armancên xwe didin xebatê. Tişta kudi hevdîtina duh a Bin Selman û Gêtêrêş de diyar bû, serekatiya  eşkere ya nihêrîna  nûrealîstan li hember lîberalan bû ji ber ku sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li hember yek milyar dular alîkariya aborî ya welîehdê siûdî,  tu amajeyek bi cinayetên  Erebistanê li Yemenê nekir.

Xala dudiyan jî eav bû ku Erebistana siûdî, hela jî bi behrewergirtina ji siyaseta  dirêv , cinayetên xwe dinuxumîne. Ger çi Erebistana siûdî ne qaweteke  bi bandor  li  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye, lê bi riya siyaseta dirêv lê dixebite ku  bandorê ser xebata vê rêxistinê bike.  

 Li gorî dawîn raporasindûqa zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî( UNCEF), nêzîkî nîv milyon  zarokên yemenî ji sala 2015`an  heya niha  ji xwendinê paşed mane û 4 milyon  û 500 hezar zarokên yemenî jî ji rastî talûkeya  bêparbûna ji mafê çûyîna wxendingehê hatine û zêde ji 2 hezar  û 500 xwendingeh jî êdî bi kêr nayên, yanê zarok, bûne goriyên sereke yên şerê Erebistanê li dijî Yemenê.

 Nivîsgeha hewahengiya mirovhezane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî li destpêka 4` mîn  sala şerê Erebistanê li dijî Yemenê raghand ku nêzîkî sedî 80 yê binavahiyên Yemenê  ji nav çûne û bêtirî milyonek yemenî jî tûşî nexweşiya kolêrayê bûne. Bin Selman jî li halekê milyardek dular terxan daye bo alîkariya yemeniyan ku  rewşa îro ya Yemenê, hema encama  siyaseta Alê Siûd e.

Xala din jî eva ye ku Antonyo Gotêrêş li halekê, alîkariya kêm a yek milyar dularî ya welîehdê siûdî kiryareke  mirovdosaten bi nav kir  ku wî bi caran raghand ku  ku Yemen rastî qeyrana  însanî ya herî kirêt a cîhanê li dehekên derbasbûyî hatiye. Ev  gotinên newekhev nîşan dide ku  NY rastî valahî û lawaziya serbixwebûnê hatiye.