Mijdar 24, 2017 15:28 Asia/Tehran
  • Derxistina Cerêd Koşnêr ji Koşka Sipî, heger û dûhatên wê

Li kiryareka bibandor, Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê ji zava û keçika xwe ya mezin xwest ji Koşka Sipî derkevin û herine New York`ê.

Kovara Vanity Fair`ê nivîsî, serokkomarê Amerîkayê jiber şêwirînên nebaş, ji Cerêd Koşnêr ( Jared Kushner) û Îvankayê (Ivanka) xwestiye herin mala xwe ya li New York`ê. Bi derketina Koşnêr û Îvanka Trumpê ji Koşka Sipî, Donald Trump, wê du şêwirmendên xwe yên herî girîng û herî nêzîk ji dest bide. Tê gotin nakokiya di navbera Koşnêr û Generalê malnişîn Can Kêlî (John Kelly), serokê navenda karmendên Koşka Sipî de, bandor liser vê yekê hebûye.

Helbet her ji roja 20`ê Çileya sala 2017`an ve ku Trump li destpêka serokkomartiya xwe, posta şêwirmendê payebilind ê serokkomar da Cerêd koşnêr, dengê nerizamendiyan derket. Koşnêrê 35 salî li halekê posteka wiha girîng bi dest xistibû ku berî wê tu tecrûbeyek li karûbarên siyasî û birêvebirina dewletê tunebû. Di rastiyê de tenê eva ku Koşnêr zavayê serokkomar bû, ew bû şêwirmendê payebilind û paşê nûnerê taybet ê serokkomarê Amerîkayê li mijara pirr hestyar û stratêjîk a ser navê Aştiya rojhiltana Navînê.

Bi vî halî şêwirînên Koşnêrê bêtecrûbe di mideha 10 mehên buhurî de, gelek serêşî dane serokkomarê Amerîkayê û partya desthilatdar a Komarxwaz a li Koşka Sipî û Kongirê. Tê gotin Cêymz Komî (James Comey), serkê wê demê yê FBI`yê bi şîreta Koşner hate wêdedayîn ku di encamê de wezareta dadweriyê neçar ma Rabêrt Mûlêr ( Robert Mueller) wekî jêpirsê taybet ê xwetêkiliya muhtemel a Rûsyê li hilbijartina Amerîkayê bîne ser kar.

Herwiha handana Trump a jibo piştgîriya ji Lotêr Stêrênc ( Luther Strange) li hember Roy Mor ( Roy Moore) li hilbijartina nav partiyê ya Komarîxwazan jibo nasandina berendamê sênatoriya eyaleta Alabamayê, şêwirîneka din a nekara û bikêşe ya Koşnêr tê zanîn.

Di vê navberê de eva ku navê Koşnêr jî kete nav dosya ser navê Rûsye- Trump û hevdîtina wî ya bi parêzerekî ûris ê nêzîkî Koşka Kirêmlînê li dewra rikeberiyên hilbijartina serokkomartiya sala 2016`an jî gellek pirsgirêkan jibo Trump pêk anî. Dijberên Trump hewl didin bala xwe bidin ser vê hevdîtinê ku bi beşdariya Donald Trump Cûniyor ( Donald Trump Jr), kurê mezin ê serokkomarê Amerîkayê cih hat û rêyek jibo istîzaha Donald Trump peyda bikin.

Serê axir eva ku tê gotin hevdîtina bi şev a Cerêd Koşnêr bi Mihemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê ku heya sibehê berdewam bû û demlidest piştî wê hevdîtinê, bi dehan şazadeyên siûdî û bazirganên vî welatî hatin girtin, bû sedema hêrsbûna rayedarên amerîkî.

Hemî ew mijar bûn sedem ku Can Kêlî, wekî nûnerê tevgera ser navê Dewleta Nihênî ( Deep State), kesekî berbiçav ê tevgera ser navê Trumpîstan ( Trumpism) ji dewrê derxînin. Bi derketina Cerêd Koşnêr ku piştî derxistina Stîv Benon ( Steve Bannon), derbeya herî cidî ya duyemîn li Trumpîstan tê hesêb, Dewleta Nihênî wê hewl bide Donald Trump zêdetir ji berê bixe bin kontrola xwe û îznê nede serokomarê tezekar û bêtecrûbe ya niha, nijyarên ku li deheyên vê dawiyê pêk hatine, lawaz bike. Bi vî halî hîn diyar nîne ku Trump li dawiyê wê xwesteka Dewleta nihênî qebûl bike yan wê dîsan jî deb û rismên berê têk bibe.

 

Characters: 195 ,Words: 33 ,Lines: 3

متن خبر