Binpêkirina Lihevkirina Atomî û bêsoziyên Amerîkayê
Astengiyên ku Amerîkayê ser riya cihanîna Lihevkirina Atomî danîne bi gotinên vê dawiyê yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derbasî qonaxeka nû bû. Donald Trump serokoamrê Amerîkayê di axaftina xwe ya herî nû li dijî Îranî aniye zimên ku `Îmkana kêmkirina kirrîna niftê ji Îranê heye`.
Koşka Sipî jî di vî warî da daxûyaniyek bi wajoya serokoamrê Amerîkayê weşandiye ku tê da Trump ji wezîrên Enêrjî, Xezînedarî û karên derve ra nivîsiye ku berhemanîna niftê ya welatên din bi qasekê ye ku asta danûstandinên niftî yên teşkîlatên derveyî an navbeynkaran digel Îranê bi awayekî berbiçav were kêmkirin.
Ev tevger bi armanca planekê ye ku pêştir wezîrê karên hundir ê Amerîkayê, Rayan Zînk hilêxistibû.
Dewleta Amerîkayê li gorî xala 21`ê ya Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar erkdar e ku dest ji hewildanên ji bo kêmkirina firotina nifta Îranê bikişîne. Lê Trump bi awayekî diaxive ku wateya wê dûrbûna Waşîngtonê ji sozên xwe derheq Lihevkirina Atomî ye. Ev pêvajo bûye sedem ku beşeka sûd û qazancên aborî yên Îranê yên piştî Lihevkirina Atomî di rewşeka nexûya û nediyar ji ber bêsozî û zextên Amerîkayê da bimîne. Mînakek ji vê kiryarê, zexta li ser Kompaniya Totala Fransayê û girtina pêşiya girêdana girêbesta niftî digel Îranê ye. Wisa ku birêvebirê Kompaniya Totalê ya Fransayê, Patrîk Pûyan dilgiranî û bi fukarbûna xwe ji hitmala sepandina boykotên teze ji aliyê Ameîkayê va li dijî Îranî diyar kir. Wî gotiye ku eger Amerîka boykotên nû li dijî Îranê bisepîne, ev kompanî dê venihêrînekê li girêbesta gazî ya li Parsa Başûr pêk bîne.
Kompaniya Totala Frasnayê di Tîrmeha 2017an da ji bo berfirehkirina Faza 11an a Parsa Başûr girêbestek bi bihayê çar miliyard û heştsed miliyon dolarî tev Kompaniya Neteweyî ya Niftê ya Îranê li Têhranê wajo kir.
Tu şik û gumanke têda tune ku sênaryoya Trump li vê dijayetiyê wisa ku wî bi xwe bi caran aniye zimên, nerazîtiya ji wan sûd û serpişkiyan e ku ji rêya vê lihevkirinê bûye para Amerîkayê. Elbete hevdengiya hilêxistî ji aliyê hin rayedarên Yekîtiya Ewropayê li ser liv û tevgerên Amerîkayê bêbandor nebûye. Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron vê dawiyê li hevpeyivînekê digel kanala CNN`ê got: ``Pêwîst e ku Civata Navneteweyî stratejiyeka nû derheq bernama mûşekî ya Îranê amade bike. Ji ber ku gefek li dijî tevahiya navçeyê ye. Pêwîst e em derheq serdema piştî sala 2025an, gotûbêjan dest pê bikin``.
Xala balkêş di vî warî da gotinên çend hefteyên berî niha yên Trump e ku gotibû wî tu dijayetiyek digel dewama çalakiyên aborî û sûd û qazanca kompaniyên ewropî ji bazara Îranê tune. Ev gotin nîşan dide ku Trump siyaseteka dualî û durû dişopîne.
Malpera kanala televîziyoniya CNN`ê li şiroveyeka xwe derheq Lihevkirina Atomî nivîsî: ``...Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Rêks Tîlêrson li wî aliyê digel Kongreyê li halê danûstandinê ye da ku qanûnên Amerîkayê derheq Îranê bi awayekî biguherîne ku ji hûrbûna li ser bernameya atomî dûr bike. Ev kar vê îmkan û derfetê dide Amerîkayê ku hema wisa li nav Lihevkirina Atomî ya çendalî da bimîne ku sala 2015an hat bidestxistin û tevî vê yekê bikare li hemberî liv û tevgerên nearamker ên din ên Îranê bisekine``.
Ev liv û tevger li gorî gotinên Trump derbarê bisînorkirina derhata ji ber firotina nifta Îranê ne û nîşan dide ku kîjan aliyê Lihevkirina Atomî binpê kiriye.