Hezîran 19, 2017 11:21 Asia/Tehran
  • Dengvedana êrîşa mûşekî ya Sipahê li mêdyayên cehanê

Êrîşên mûşekî yên Sipashê Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser baregehên DAIŞ`ê li dilê Sûriyê tûşî bertekên berfireh li mêdyayên cehanê bûye.

Êrîşên mûşekî yên Sipashê Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser baregehên DAIŞ`ê li dilê Sûriyê tûşî bertekên berfireh li mêdyayên cehanê bûye.

Ev nûçe ji ber girîngiya wê derdem bû yek ji nûçeyên sereke yên mêdyayên cehanê. Di dewamê da em ê xalên ku li raporên mêdyauyên girîng ên cehanê amaje bi wan hatiye kirin, raber dikin./

Rojnameya Ha Arêtsê li ser rûpela xwe ya Twitter'ê nivîsî: Îranê ji bo cara yekê di heyamam 30 salên buhurî da mûşekên xwe yên navînmezîl xistine pratîkê û ewna bi kar anîn.

Her wiha malpera Arots Şoyê jî wek berteka li ser vê êrîşê nivîsî: Dema ku têrorêîstên DAIŞ'ê berpirsiyariya êrîşên têrorîstî li Têhranê girtine ustiyê xwe, rayedarên îranî soz dabûn ku ew tola van lêrîşan hildin.

Rojnameya amerîkî ya Wall Street Jornal'ê li rapora xwe nivîsî: Sipahê pasdarên îranê li êrîşeke kêmdîtî û rasterast baregehên DAIOŞ'ê bi mûşekên erd bi erd kirin armanc.

Vê rojnameyê li rapora xwe nivîsiye: Sipahê hişyarî daye ku bi vê şêwazê bersiva her aliyê ku êrîşî ser Îranê bike dide.

Kanala 10 ya Rêjîma Siyonîst jî ji zarê rayedarekî istixbaratî yê Israîlê ragihand ku mûşekên kewkîkirî yên Sipahê li ser DAIŞ'ê li Sûriyê ji cûryea mûşeka Balistîk a Şehab 3 bi dûrmenzîliya 800 heta 1200 kîlomitrê ne.

Vê kanalê her viha ragihand ku êrîşa roja yekşemniyê êrîşeke rasterast û kêmdîtî ji aliyê Sipahê va bû.

Ajansa nûçeyan a Associated Press'ê li vî warî da nivîsî: Êrîşa mûşekî ya roja yekşemiyê êrîşeke rasterast û kêmdîtî ji aliyê Sipahê tevî piştgiriyên wê yên tam ji Bişar Esedêî serokoamrê Sûriyê bûn.

Ajansa nûçeyan a Fransayê bal kişande ser êrîşên têrpîstî li Têhranê û vê yekê ku rayedarên Îranê Riyaz bi sûcê desthebûna li van êrîşan tawanbar kiribûn û nivîsî: Sipahê pasdaran hin mûşek bi nîşana tolhildana van êrîşan kewkî ser çeperên DAIŞ'ê kirin.

kanala 7'ê ya Israîlê li vî warî da nivîsî: Li daxûyanioya Îranê (li ser êrîşa mûşekî) gefeke nerasterast li dijî dijminên vî welatî ji wan Erebistan,, Israîl û Amerîkayê heye.

Elî waêz şirocvekarê rojavayî  û endamê koma rêvebiriya navneteweyiya qeyranê wek bverteka li hemberî vê êrîşê got: Renge mûşek ji cûryea Zolfeqarê bûne. Xala balkêîş ev e ku mûşek ji cihekî (Kirmaşan û Kurdistan) hatin kewkî kirin ku tê gotin DAIŞ'ê ji van deran hêz wergirtibûn.

Sikritirê Kovara Bîlda Almanê li ser Twittera xwe nivîsî: Çend kêliyan piştî wiya ku Amerîkayê firokeya şêrr a Sûriyê anî xwarê, Îranê bi mûşekên navînmenzîl bersiv da.

Rojnameya amerîkî ya New York Times'ê li raporekê nivîsî: Îranê ji bo tembîkirina têrorîstan ku vê dawiyê êrîşa têrorîstî biribûn ser Têhranê, êrîşî ser baregehên wan li Sûriyê kir.

Rojnameya New York Times'ê her viha nivîsî ku êrîşa mûşekî ya Sipahê nîşana zêdebûna hêza leşkerî ya Îranê ye.

Kanala El Cezîreya Qeterê bal kişande ser êrîşa mûşekî ya Îranê li ser baregehên DAIŞ'ê li Dêyrezorê û ragihand: Kewkîkirina mûşekên Sipahê ku ji bo cara yekê di heyama 30 salên buhurî va ji sînorên îranê derbas dibin, çend demjimêran piştî wiya bû ku ayetullah Elî Xamineyî rêberê bilind ê Îranê gotibû ku em ê sêliyê li dijminan xînin û ev daxûyanî danî nav malpera xwe.

Rojnameya inglîsî ya Guardian'ê tevî ragihandina nûçeya êrîşa mûşekî ya Îranê li ser DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê, nivîsî: Eger çi ku Îran li nav Iraq û Sûriyê şerê DAIŞ'ê dike; Lê eva cara yekê ye ku Têhran ji nav axa xwe, dest bui karekî viha li dijî baregehên DAIŞ'ê li Sûriyê dike û wê yekê bi fermî radigihîne.

Guardian'ê her wiha ragiahnd: Sipahê pasddaran ku Erebistan ji ber êrîşên têrorîstan li ser Têhranê da ber lomeyan, heftiya buhurî ragiahndibû ku rijandina xwîna mirovên bêsûc bêbersiv nahêle.

Nûçegihanê CNN'ê li Têhranê jî li vî barê gotiye ku êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Sûriyê nîşana zêdebûna rola Îranê li alûgorên Sûriyê ye.

Beşa farsî ya ajansa nûçeyan a Sputnik'a Rûsiyê bi manşeta ''Sêlî li DAIŞ'ê ket da ku kesên din dengê wê bibihêzin'', ev êrîş hilkoland û nivîsî: Îranê dikarî tola êrîşa DAIŞ'ê li ser Têhranê bi riyên din hilde; Lê bijartina bikaranîna mûşekên navînmeznîl hem tolhildana nvê êrîşê bşû, hem peyamek ji bo piştgirên DAIŞ'ê û xûya ye ku armanca Îranê zêdetir ji tolhildanê, dayîna hişyariyê li aliyên din bû.