Hezîran 15, 2017 15:29 Asia/Tehran
  • Endazyarîya sîyasî ya Barzanî li Herêma Kurdistana Iraqê

Li halekî ku hikûmeta herêmî ya devera Kurdistana Iraqê roja 25`ê Îlonê wek roja giştpirsîya serxwebûnê kifş kir, nakokîyên sîyasî yên navxweyî li vê herêmê jî wek faktorên derveyî nîşan didin ku imkana lidarxistina giştpirsîyê li Kurdistana Iraqê tineye.

Yêketîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) sêşemê piştî civîna ligel Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) bi daxûyanîyekê behsa çalakkirina parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di pêşerojeke nêzîk da kir. Xala girîng eva ye ku tê gotin PDK qebûl kirîye ku civîna yekem a parlimana vê herêmê bi serokatîya Yûsif Mihemed ser bi Tevgera Gorranê bê lidarxistin lê li civîna duyem divê ew desta ji karê xwe bikêşe û kesekî din were dewsa wî.

Herêma Kurdistana Iraqê di xewna serxwebûna vê herêmê da ye. Li gorî biryara herîdawîyê, hikûmeta herêmî ya devera Kurdistana Iraqê roja 25`ê Îlonê wek roja giştpirsîya serxwebûnê kifş kir. Ev biryara li halewkî ye ku Herêma Kurdistanê ji sala 2013`ê va heta niha pêrgî asêbûna sîyasî bûye.

Dewra serokatîya Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê havîna sala 2013`ê kuta bû lê PDK û YNK bêyî rizamendîya partîyên dijber nemaze Tervgera Gorranê dema serokatîya Barzanî mideha 2 salan dirêj kirin.

Sala 2015`ê da dema dirêjkirî ya serokatîya Barzanî li Herêma Kurdistanê kuta bû lê Barzanî hela jî serokê Herêma Kurdistanê ye bêyî ku hilbijartinên serokomatîya Herêma Kurdistanê bên lidarxistinê.

Bilî asêbûna li mijara bijartina serokê Herêma Kurdistanê, karê parlimana xwecî jî hatîye sekinandin. Hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di dawîya sala 2013`ê da hatin lidarxistin û Tevgera Gorranê bo cara yekem karî piştî PDK, dengên herîzêde bidest bixe û dewsa YNK bigire. Li gorî vê encamê, serokatîya parlimana Herêma Kurdistanê ber para Tevgera Gorranê ket û Yûsif Mihemed wek serokê parlimana Herêma Kurdistanê hat bijartin. Bi dû neyarîya Tevgera Gorranê li hemberî dirêjkirina dema serokatîya Barzanî li Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û PDK jî nehêlan ku Yûsif Mihemed derbasî Hewlêrê û parlimanê bibe.

Niha Barzanî li halekî li ser guhertina serokê parlimanê û çalakkirina wê dike ku Tevgera Gorranê tevî neqanûnîzanîna serokatîya Barzanî li Herêma Kurdistanê, dixwaze ku çarenûsa posta serokatîya vê deverê bê kifşkirinê û yê wê demê razî be ku kesek din bê dewsa Yûsif Mihemed ku Mesûd Barzanî jî ji serokatîya Herêmê wêda here. Ji hêla din ve, dewra qanûnî ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî yê di dawîya sala 2017`ê da kuta bibe.

çXala dawîyê eva ye ku bizavên PDK û YNK lihevkirina nihênî ya van du partîyan jibo vegerandina rewşa sîyasî ya Herêma Kurdistanê bo berî hilbijartinên parlimanî yên sala 2913`ê û serdestîya van du partîyan nîşan didin. Ev nakokîyên sîyasî dibin sedema hilêxistina vê pirsa girîng ku, gelo Herêma Kurdistana Iraqê ku hela ji asêbûna sîyasî nefilitîye, çawan hewl dide giştpirsîya serxwebûnê di 25`ê Îlonê da lidar bixe?