Hêrsbûna cîhanî ji ber biryara Amerîka ya derketina ji nav peymana av û hewayî ya Parîsê
Çawa ku dihat pêşbînîkirin, biryara serokomarê Amerîkayê bona derketina ji nav peymana av û hewayî ya Parîsê rastî hêrsbûna cîhanî hat.
Piştî ku Donald Trump serokkomarê Amerîka biryar girt ji nav peymana av û hewayî ya Parîsê derkeve, ji tîma mişêwirên wî hetanî hinek ji qayîmmeqamên bajarên Amerîka û serokkomarê berê yê vî welatî û sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî û parek ji rêberên cîhanî hemûyan ev biryara Trump şermezar kirin.
Li vî halî wisa ku Donald Trump wisa ku li kempêyna hilbijartinî ya xwe soz dabû, terseyî hemû neyariyan Amerîka ji nav peymana av û hewayî ya Parîsê derxist.
Helbet eva ku Amerîka bixwaze ji nav peymana av û hewayî ya Parîsê derkeve, 5 salan dê dom bike û eger ew herwisa Trump bikaribe li nav Koşka Sipî bimîne Amerîka wekî ewil welatê ku av û hewaya cîhanê qirêj dike wê çaxê ewil welate ku bi fermî ji nav vê peymanê derdikeve.
Helbet ji ber biryara Trump a derketina ji nav peymana Parîsê,bê şik ew bona dabînkirina hedef û armancên xwedanên wan karistanên ku pê arûdûyên fosîlî ku cîhanê tijî qirêjî dikin, dê derbeyekî giran li hawêrdorê xîne.
Trump û mişêwirên xwe îdiayê dikin mirov tu tesîrek li ser germbûna erdê tune û teoriyên gazên gulxaneyî li ser guhartina rewşa av û hewayî rikeberên tecariye Amerîka û bitaybet Çînê derxistiye.
Ser bawera Trump û mişêwirên wî, istandardên nû got peymana Parîsê dê li ser seneta Amerîka tesîrekî xirab bike û wê çaxê ewna nikarin têkevin rikeberiya tecarî tev welatên reqîb û serê axirê dê mecalên kar û şixolînê li nav Amerîka dê jinav herin ku serê axirê jî dê bibe sebeb ku geşatiya abûrî li Amerîka kêmtir bibe.
Helbet civata cîhanî vê îdiaya Amerîka qebûl nakin û alîgîrên enirjiya paqij bawerin Amerîka bona parastina desthilata abûrî ya xwe ser cîhanê biryar girtiye ku pêşeroja mirov li ser erdê bavêje ber xeterê.
Helbet Trump ragihandiye ku amadeye li bara xebata dijî guhartina rewşa av û hewayî li cîhanê carek din tev rêberên cîhanê rûne ser masa gotûbêjê.
eva li halekê ye ku Emanoêl Makron serokkomarê Firansayê wekî kesê ku ev peymana li paytexta welatê wî hatiye îmzakirin, îmkana her cure gotûbêjek tev Amerîka ret kiriye.
Wisa diyare ku piştî ewrûpa nekarî Trump razî bike ku dinav peymana av û hewayî ya Parîsê da bimîne , niha welatên ewrûpî bi xwe pirtir dixwazin ku riya xwe ji Amerîka cuda bike.
Pê berçav girtina van rûdawan, wisa diyare ku welatên ewrûpî pirtir dixwazin peywendiyên xwe tev welatên wekî Çîn, Rûsiya û Hindûstanê berfirehtir bikin û wisa diyare ku herî kêm li bara rewşa av û hewayî Amerîka li cîhanê bitenê bimîne.
Ji aliyê dinve hinek ji eyalet û bajarên Amerîka jî ragihandine her çend Trump ji peymana av û hewayî ya Parîsê derketiye lê ewna hîn jî pêbendî vê peymanê ne û eva nîşan dide ku renge li mehên pêşerojê nerezamendiyên cîhanî li hemberî vê biryara Trump serokkomarê Amerîka pirtir û berfirehtir bibe.