Tirkiyê welatên alîgirê Fethullah Gulen hişyar kirin
Rayedarên dewleta Enqerê dibêjin ku dê ji welatên alîgirê grûpa Fethullah Gulen,tola xwe hildin.
Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, gef li wan welatan xwar ku endamên ber şopandinê yên grûpa Fethullah Gulen radestî dewleta Enqerê nakin û got ku dê di pêşerojeke nêzîk de tola xwe ji wan hilde.
Wî li civîna fraksiyona AKP li parlemana Tirkiyê, hişyarî da welatên alîgirê Gulen ku welatên piştgirê vê grûpê bila endamên ser bi Gulen radestî vî welatî bikin neku dê eva ser zirara wan temam bibe.
Herçend ku serokkomarê Tirkiyê navê welatekî taybet nebiriye lê dikarin wisa fehm bikin ku ERdogan behsa Emerîka û hin dewletên ewrûpî dike. Tevî ku eva cara yekê ye ku qaşo welatên alîgirê Fethullah Gulen ji aliyê rayedarekî pilebilind ê Tirkiyê tê bikaranîn.
Gotinên ERdogan li halekê ne ku heya niha dewletên ku alîgirên grûpa Gulen wek penaber wergirtine mîna Almanya û Yewnanistanê, bersiva erênî nedayne daxwazaiyên berdewam ên rayedarên dewleta Enqerê bitaybet serokkomarê Tirkiyê lewma karzanên meselên Tirkiyê gotinên vê dawiyê yên Erdogan bi talûke dizanin. Bitaybet ku nemumkin tê xûyanê ku rayedarên dewleta Enqerê li warê vegerandina Fethullah Gulen û alîgirên wî bo vî welatî bi ser kevin. Eva li halekê ye ku hewldanên zêde ji sê salên buhurî yên dewleta Enqerê jibo vegerandina Fethullah Gulen bêencam bûye. Dewleta Enqerê di eynî demê de, di kiryareke bi heqret, hemî belgeyên xwe daniye ber destê dewleta Emerîkayê ku rayedarên WAşengtonê, Fethullah Gulen radestî Tirkiyê bikin. Tevî daxwaziyên çend carî yên rayedarên Tirkiyê ji Emerîkayê û şandina belgeyan, koşka Sipî hîn jî naxwaze Gulen radestî Tirkiyê bike.
Eva nîşan dide ku li gor nihêrîna dewleta Emerîkayê û hin dewletên ewrûpî, daxwaziyên berdewam ên rayedarên Enqerê maqûl nînin û nayên cihanînê.
Xala balkêş li vê barê eva ye ku ku dewleta Enqerê bi mehna van aloziyan tev Emerîkayê û hin dewletên ewrûpî tevî guhertina hin qanûnên navxweyî yên welêt, peywendiyên tev dewletên ewrûpî jî li gor berjewendiyên AKP bi serûber kiriye.
Di vê rewşê de divê were gotin: Gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara radestkirina endamên grûpa Gulen li halekê ye ku rayedarên dewleta Enqerê hîn jî ji koşa Sipî daxwaza radestkirina Fethullah Gulen kirine.
ERdogan vê dawiyê li gotûbêja telefonî tev Donald Trump serokkomarê Emerîkayê cardinê daxwaza xwe dubare kir lê Waşengtonê ev daxwaziya jî red kiriye.
Bila neyê jibîrkirin ku piştî darbeya serneketî ya Tîrmeha buhurî ji sala 2013an , Fethullah Gulen, rêberê menewî yê nûrçiyên Tirkiyê û alîgirên wê tawanbar bibûn ku jibo sernixûnkirin û avakirina dewleta Sayê hewlê didin.
Muhemed Fethullah Gulen, waiz, nivîskar û mamosteyê aznistên exlaqî û îlahiyatê ji Tirkiê ye ku xwe sigûn kiriye û jisala 1999 li eyaleta Pênsîlwanaya Emerîkayê dijî.
Ew rêberê menewî yê nûrçiyên Tirkiyê û cimaetek nasiyar bi cimaeta Nûrê an cimaeta Gulen li Tirkiyê ye. Li salên derbasbûyî û li pevçûnên hakimiyeta Tirkiyê tev alîgirên grûpa Gulen, Receb Teyib ERdogan serokkomarê Tirkiyê bi caran ji Fethullah Gulen xwest ku vegere welêt lê wî qebûl nekiriye.
Hin tiştên ku li bara Gulen eşkere bûne nîşan didin ku vî kesayetiyê di rûvek de olî li karûbarên aborî jî li piraniya welatên cîhanê xebatê dike.
Her wiha Fethullah Gulen bin sitara xebatên olî, jibo alîkariya bo berjewendiyên Emerîkayê li cîhanê xebatên tivarî dike. Sercem divê were gotin: Gefa welatên cîhanê bo tolhildanê, tenê hewldana jibo mezinnîşanadyînê ji aliyê serokkomarê Tirkiyê ye û tu armanceke din tine.