Gelo biryara konseya parêzgeha Kekûkê û lihevkirina PDK û YNK ser xêra ewlehiya herêmê û Iraqê ye?
Hevdemê dora nû ya gêre û kêşeyên ser rakirina Ala Kurdistana Iraqê li navendên dewletê yên parêzgeha Kerkûkê, Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya vê herêmê (YNK) li civîna xwe ragihandin ku piştgiriya biryara konseya parêzgeha Kerkûkê ya rakirina ala Herêma Kurdistanê digitin û li vî halî de ser diyarkirina mekanîzmekê li bara dema birêxistina referandûma serxwebûna Herêmê li hev kirin.
PDK û YNK duh bi weşandina daxuyaniyeke hevparîdia kirin ku rakirina ala Kurdistana Iraqê li ser avahiyên îdarî û dewletê li parêzgeha Kerkûkê kiryareke qanûnî û li gor qanûna bingehîn e. Ev îdia û şirovekirina xala 140 a qanûna bingehîna Iraqê li rewşekê ye ku parêzgeha Kerkûkê ji wan parêzgehên ku Herêma Kurdistana Iraqê pêk tîne nayê hesabê û heya dema ku li gor xala 140 giştpirsî li ser qedera wê bi beşdariya etnîkên ku li Kerkûkê dijîn pêk neyê, rayedarê parêzgeha Kerkûkê heqê dayîna biryarên yekalî tinen.
Kiryara bi serê xwe û yekalî ya konseya parêzgeha Kerkûkê li pesindkirina plana rakirina ala Herêma Kurdistana Iraqê li ser avahiyên îdarî û dewletê li vê parêzgehê û piştgiriya PDK û YNK ji vê kiryarê ti alîkariyekê ji bo damezirandina ewlehî û aramiyê nake, belkî ew dibe sedem ku bê ewlehî û dijberî li navçê de zêdetir jî bibin.
Li rewşa niha ya Iraqê ti derfet û mecalek ji bo şaşitiyê tine û her kiryareke yekalî ji aliyê rayedarên vî welatî çi yên xwecî û çi jî yên dewleta navendî ser xêr û kara dijminê yekitî û pêşketina Iraqê ye. Li van demên ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li ber têkçûna tam li Iraqê de ye, Ev welata zêde ji her dem û gavekê hewcedarê hişyarî û hevkariya komkî û tevayî ye, çûnku dijmin ji niha ve li fikra mayîn û rewşa xwe ya piştî DAIŞ`ê li Iraqê ye û ji bo vê yekê nakokî û neyariya di navbera grûp û rayedarên iraqî de dişopîne da ku cihê piyê xwe di nav Iraqa pêşerojê qahêm bike.
Ragihandina hejmareke din ji hêzên amerîkî nav Iraqê hevdemê lawazî û têkçûna DAIŞ`ê li Iraqê tê vê wateyê ku Amerîka li fikra mayîn hetahetayî li Iraqê ye û li vî halî de dijberiyên navbera iraqiyan û liv û tevgerên yekalî bi yeqîn rê ji bo van hedefên dijminên Iraqê serast dikeû derbê li yekitî û serxwebûn û yekperçetiya Iraqê têxe ku li vê navberê de bê şik zirar û ziyanên zav li kurdan bi xwe jî dikeve.
Bê şik li vê dewrana hestyar a ji bo Iraqê berçavgirtina qanûna bingehîn û hişyariya derheq rewşên siyasî yên vê demê û hurmeta ji bo planên pesindbûyî ji aliyê parlemanê rê li ber hedef û hewldanên dijminên Iraqê û dijminên gişt gelên wê digire.
Bê guman Iraqa yekgirtî ser xêr û kara gişt grûp û gelên Iraqê ye. Dema ku hin kesayetî û grûpan li Juena 2014 fikir dikirin rewşa ku DAIŞ`ê pêk aniye ser xêra wane, tişt nema bû ku ev grûpa terorîstî Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê jî bigire destê xwe. vêca dubarekirina vê deskevtê bi şêwazeke din jî ti feydeyeke xwe tine û eva dibe sedema bê ewlehî û aloziyê ku gişk ji ber wê ziyanê dikin û ji aliyê din ve eva rê li ber pêşxistin û geşepêdana Iraqa nû jî digire.