Nîsan 01, 2017 16:41 Asia/Tehran
  • Sekinîna Emar Hekîm ser guhertina rejîma siyasî li Iraqê

Serokê Civaka bilind a Îslamiya Iraqê Emar Hekîm duh xwest ku sîstema siyasî li Iraqê were guhertin û cihê `Beşdariya Neteweyî`, `Piranî û Kêmaniya Neteweyî` were damezirandin.

Serokê Civaka bilind a Îslamiya Iraqê Emar Hekîm duh li salvegera şehîdbûna ayetullah Muhemed Baqir Hekîm rêberê rehmetî yê vê civakê ku li Iraqê de wek Roja Şehîd hatiye binavkirin , xwest ku sîstema siyasî li Iraqê were guhertin û cihê `Beşdariya Neteweyî`, `Piranî û Kêmaniya Neteweyî` were  damezirandin. 

Nizama siyasî li Iraqê de parlemanî ye, lê belê deshilatdarî li vî welatî de li gor berçavgirtina para grûpên etnîkî û mezhebî di navbera wan parve dibe, bi gotineke din deshilatdarî di navbera grûpên wek Şîe, Sune û kurd li Iraqê tê parvekirin û ev şêwaza parvekirina deshilatê dibe serdem partiya ku li hilbijartinê de serdikeve nikare bi tenê dewleteke yekgirtî pêk bîne divê ew partî û gurûpn etnîkî û mezhebî jî li deshilata û parvekirina dewletê beşdar bike.

Ev şêwaz û sîstema deshilatdariyê bûye sedema rexneyên zav ji aliyê siyasetmedar û karzanan ew dibêjin li vê sîstemê de dewleta Iraqê nabe dewleta piranî belkî ew hertim dibe dewleteke hevpeymanî an hevalbendiyê û ji aliyê din ve ev şêwaza dibe sedem ku bandora dengê gel kêmtir bibe her ji ber van mesela Emar Hekîm jî xwest ku ev sîstem were guhertin. Hekîm bawer e li sîstema Piranî û Kêmaniya Neteweyî rikeberiya dualiyan ji bo xizmekariyê zêde dibe û ew neçar in bo gel zêdetir xizmetê bikin. Berî vê yekê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî jî sîstema niha ya deshilatdarî û siyasî rexne kiribû û xwestibû ku sîstema Piranî û Kêmaniya Neteweyî pêk were.

Berbendeke girîng ser riya pêkhatina serwextê ya dewletê jî heman ev sîstema niha ye çûnku grûpên ku li hilbijartinê şiketê dixwen jî heqdar in ku li nav dewletê para xwe hebin vêca li hevkirina ser hed û hidûda deshilata wan dijwar dibe û ev mesela dibe sedem ku dewlet li ser wextê xwe pêk neyê. Bi vê şêwaza deshilatdariyê re demokrasiya serlihevkirî jî dibêjin.

Feyda girîng a sîstema Piranî û Kêmanî eva ye grûên ku li hilbijartinê şikestê dixwen dibin rexnekarê dewleta piranî û li vî halî de hewl didin bi çêtirkirina plan û bernamên xwe li hilbijartinên din xwe bo serkevtinê amade bikin. Feyda din ya vê sîstemê eva ye ku partiyên serkevtî neçar in berjiwendiyên neteweyî seratir ji berjiwendiyên etnîkî û olî bizanin û ji bo vê yekê bixebitin. Ji ber van feydeyan e ku kesayetiyên wekî Malikî û Hekîm dixwazin ku sîstema siyasî li Iraqê were guhertin û cihê `Beşdariya Neteweyî`, `Piranî û Kêmaniya Neteweyî` were  damezirandin.