Derketina ENKSê ji nav hevdîtinên Cenevê
Encumena Niştimanî ya kurd a li Sûriyê (ENKS) 30 Adarê ji ber ku projeya wan di hevdîtinan bibe beşeke danûstandinan nehat qebûlkirin, beşdarbûna xwe ya li rûniştinên Cenevê rawestand.
Li gorî ragihandina peyamnêrê Rûdawê ya li Cenevê ji ber ku dijbereya Sûriyeyê razî nebû projeya ENKSê bibe beşek ji danûstandinan, beşdarbûna xwe ya bo civînên Cenevê rawestand.
Mesela ku li muzakireyên Cenevê de bi eşkera dikeve ber çavan hebûna dijberiyên kûr navbera grûpên dijber û mudaxileya hin welatan li van muzakireyane. Lewma ev mesela li muzakireyên Cenevê ên çaran ku roja 3`ê Adarê kuta bû û li Ceneva 5 ku niha berdewam dike jî bi eşkera tê dîtin çawa ku ENKS ku tenê grûpa kurdên Sûriyê ya beşdar li Civîna Cenevê bû ji ber van dijberiyan beşdariya xwe li Ceneva 5 ya li bara Sûriyê rawestand û diyar kir ku Desteya Bilind a Danûstandinan razî nebûye projeya Encûmena Niştîmaniya ya kurd bibe beşek ji danûstandinan.Bê şik li paş van dijberiyan destê hin welatên wekî Tirkiyê heye çûnku ev welata qet naxwaze li Sûriyê heqekê bidin kurdan û xwesteka wan a ji bo fedralîteyê were qebûl kirin.
Meleyeke girîng ku dibe sedem dijberên Sûriyê li hev nekin mêhwera muzakireyan e. Li Civîna Cenevê ya 5`an grûpên dijber ser çar mijarên Dewlet, qanûna Bingîn, Hilbijartin û Şerê li dij terorîzmê gotûbêj dikin grûpên dijber li muzakireyên Ceneva 4`an ser van 4 mijarana li hev kirin. Ji xwe cih û şûna grûpên dijber û hed û hidûda deshilat û bandora wan li pêşeroja Sûriyê li van çar xalana tê diyarkirin. Çawa ku hat gotinê ENKS ji ber daxwaza wê ya xwestina fedralîteyê ji her grûpeke din zêdetir li bin zext û zorê de bû ku li vê babetê de Tirkiyê roleke mezin hebûye û nehêştiye ku ev xwesteka kurdan jî bikeve rojeva gotûbêjan.Tirkiye çawa ku di nav xwe de ti heq û mafekê nade kurdên vî welatî dixebite ku li Sûriyê jî ti heq û mafekê nedin kurdên wî welatî .
Mesela din ku bûye sedema zêdebûna dijberiyan di navbera grûpên dijber ên Sûriyê, guhertinên li meydanê ye , çûnku li deverên curbicur ên Sûriyê terorîst rastî şikest û têkçûnên mezin bûne bi taybetî li vê meha Adarê û vê yekê grûpên hanê ji her demeke din lawaztir kiriye. Eva bûye sedem ku muzakireyên siyasî li bara krîza Sûriyê girîngtir bibe. Vêca grûpên dijber ên Sûriyê dixebitin bi muzakireyan cih û şûneke bi hêz ji xwe re li pêşeroja Sûriyê pêk bînin, çûnku ew dizanin derfeteke wiha cardin ji wan re çê nabe. Her eva bûye sedema zêdebûna rikeberî û dijberiyê navbera grûpên dijber. Ji ber vê yekê lihevkirina navbera wan dijwartir bûye û muzakire dikevin nav dewrên din.