Konseya Hevkariya kendava Farsê, sekinîna ser helwêst û îdiayên nemaqûl li dijî Îranê
Welatên endamê konseya hevkariya Kendava Farsê roja pênşemiyê li dawiya civîna Riyazê, Îranê bi piştgiriya ji tiştê ku grûpên terorîstî li Behreynê dan zanînê, tawanbar kirin. Li vê daxuyaniyê bi hilêxistina tawanên pûç ji Îranê hat xwestin ku dev ji siyaseta gurkirina kêşeyên firqeyî û piştgiriya ji grûpan û mîlîşaran li welatên erebî berde.
Wezîrê karên derve yê Behreynê jî bi dubarekirina van îdiayên pûç got : Li civîna Riyazê mesela peywendiya tev Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilkolandin û gotinên şêx Sebah Xalid Hemd El-Sebah, alîkarê ewil ê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Kuweytê li bara sefer vê dawiyê ya wî bo komara Îslamî ya Îranê hatine niqaşkirin
Daxûyaniya dawiyê ya vê civînê û gotinên wezîrê karên derve yê Behreynê berûlayên armancên sereke yên vê civînê nîşan dide.
Ev civîna li halekê hat lidarxistin ku hin welatên konseya Hevkariya kendava Farsê bi peyrewiya ji mudaxilên Riyazê peywendiyên xwe tev Îranê xira kirin.
Helbet peywendiyên navbera wan bi xwe jî tev Erebistanê rastî nakokiya siyasî û aborî hatiye. ji ber ku Erebistan berpirsê piraniya pirsgirêkên welatên navçê ye .
Lê dîsa jî ev konseya li daxûyaniya xwe bi berûvajîkirina rasitiyan, Îranê bi mudaxila li karûbarên welatên ereb ên navçê tawanbar dike. îdiaya ku tenê di gotin de rast e û tu belge û hegerek jibo selimandina wê tine.
Encama van cure nihêrînên pasîv û xalifî pêkanîna qeyran û nehevdengiyê di navçeyê de ye. Eva hemen armanc e ku Emerîka û Îsraîl di navçê dişopînin û hin rayedarên welatên erebî jî bûne aktorê sereke yê vê tevgerê li navçê. Ev konseya heya niha ne tenê pêngaveke bibandor jibo rawestana li ber gefên rastîn ranekiriye belkî bi pêkanîna aloziyê li navçê destdirêjiyên Erebistanê bi taybet li Yemenê piştrast kiriye.
Erebistan jî hewl dide li dû pîlanên Konseya Hevkariyê hevalbendiyeke nû li dijî Îranê pêk bîne da ku cih û şûna xwe a sistopisto biparêze. Li vê navberê Behreyn jî hewl dide li hember xwestekên rewa yên gelanî bêdeng bimîne û bi tawanbarkirina Îranê sûreta vê meselê pak bike.
Wezîrê karên derve yê Behreynê di rewşekê de behsa peywendiyên vê konseyê tev Îranê dike ku Erebisatbn tev hin welatên din ên endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê di serdema şerê sepandî yê Sedam li dijî Îranê, şendîn milyar dularî xerca şerê tev Îranê bike lê niha wer tê xûyanê rabihurî ji bîra wan çûye û Îranê bi pêkanîna tund û tûjiya eşîretî tawanbar dikin .
Ev daxuyaniya li halekê hat weşandin ku Konseya Hevkariyê cihê dost û dijminan bi zanebûn guhertiye. Divê bipirsin gelo Konseya hevkariyê çend daxûyanî jibo şermezarkirina dagirkeriyên Îsraîlê dane? Konseya hevkariyê lê berdewam jibo pêkanîna bêtifaqiyê û pêkanîna derfetê jibo mudaxila Emerîka û Inglîzê li navçê pêngav rakiriye. Ev liv û tevger û ev nihêrînên nemaqûl mîna revîna ji rasitiyê ye ku encama wê tenê xerakirina peywendiyên navbera Îranê û welatên navçê ye û bêguman dê alîkariya çareserkirina pirsgirêkên van navçana neke. jibo rawestana li hember pirsgirêk û gefên navçê divê rasbîn bibin û maqûl reftarê bikin û ji rabhuriyê dersê wergirin.